Ebrû Tîmtîk di roja 238an a berxwedana rojiya mirinê de şehît ket. Belkî roja ev nivîsar derkeve pêşberî xwîneran, hevrêyê wê yê di heman demê de dest bi berxwedana rojiya mirinê kiribû Aytaç Unsal jî şehit bikeve. Çimkî ew jî ketiye qonaxeke hesas a berxwedanê.
Wan lehengên berxwedanê çi ji pergalê û hikûmeta desthilatdar xwest?
Tenê daxwazeke wan hebû, bila darizandineke dadwer û adîl pêk bê û em ji nû ve adilane bên darizandin. Ev daxwazeke gelek masumane, gelek normal e. Di dinyayê de vê daxwazê re kîjan mirov û hêz dikare heta mirinê bêdeng bimîne? Tu kes. Lê hikûmet û pergala darizandinê ya Tirkiyeyê bêdengiyeke beperwa nişan da û encam karesat e. Divê kes vê rastiyê ji bîr neke.
Muzîsyenên Koma Yorûmê mafê ku bikaribin stiranan bêjin xwestin, bi mirinê bersiv da wan û qebûl nekir. Her sêyan jî jiyana xwe ji dest da û şehîd ketin.
Li Tirkiyeyê çend sal in gelek pêkhatinên pir balkêş dibin. Mirov di cur bi cur mijaran de mafên xwe yên hatine desteserkirin dixwazin; karker, gundî, mexdûrên jikarevêtî, xizan, jin, mexdûrên tecawizê, xwezaparêz û komên civakê yên din. Ew hemû jî li rastî dîwarekî sar dibin.
Jin û zarok bi tecawiz û heqaretên giran re rû bi rû dimînin. Dewlet bêdeng dimîne, sûcdarên wan himaye dike, berdide nav civakê. Bi sedan û hezaran bûyerên revandin û tecawizan pêk tên, kiryarên wan nayên derxistin holê, sûcên wan tên nixumandin. Bi awayekî zelal û eşkere dewlet piştgirî û hevkariya wan dike.
Hiqûq û darizandin di bin fermana desthilatdariyê de ye. Gelek sûcên giran tên ber dadgehan, dadgeh bêmesnet giştan piştguh dike, çavên xwe jê re digire. Berevajî vê yekê yên ku bê xwestin ceza lê bê birin bi hincet û mesnetên pûç û binvala dosya jê re tê amadekirin, berê wan didin girtîgehan. Bi darizandina bi vî rengî bi sedan dosya û bi hezaran girtî li girtîgehan dagirtî ne.
Sûcên gendelî, ruşwet, nelirêtî, zimetgirî, îltimas, alîgirî û ji her rengî gemariyê yên serokkomar di serî de rayedarên hikûmetê û dostên wan tên paqijkirin. Dosyayên wan tên girtin an jî qet nayên vekirin, ji dozgeran dizivirin.
Her roj mirov; jin, zarok, ciwan, mêr, karker di îşkence, sûk û kolanan de, bi hinceta namûsê, li kargeh û fabrîkayan tên kuştin mûyê dewletê naleqe, li hember ên ji ber vê yekê dengê xwe derdixin bi şîdet û pêkutî tevdigere. Sûcdaran himaye dike, dixe bin baskên xwe.
Dewlet goristanan dirûxîne, rûmetê ji miriyan re nîşan nade, hestiyên miriyan ji malbatan re bi poste û kargoyê dişine. Di girtîgehan de girtiyên ku bi rapora tiba edlî bernade û yek bi yek cenazeyên wan dişine ji malbata wan re.
Ji van xalên ku me binê wan xêz kirin her yek bi hezaran mînakan di nav xwe de dihewîne. Dewlet qet durûtiyê nake pir eşkere kirinên xwe diparêze û diçe ser ên ku jê gilî û gazinan dikin.
Ma ev ne îtiraf e?
Werin em vê helwesta dewletê şîrove bikin. Gava ku dewlet ên mafê darizandina adil dixwazin dişine mirinê dewlet eşkere dibêje darizandina adil li cem tune ye, xwe newestînin. Gava ku mirov maf dixwazin, bi girtin û îşkenceyê pêşwazî dike, dewlet zelal û fermî qebûl dike ku ez mafnenas im.
Gava ku dewlet tecawizkaran himaye dike, berdide derve, bi fermî qebûl dike ku ez tecawizkar im, xwe newestînin. Gava dewlet gendelî, nelirêtî û îltimasa ser navê xwe bi destê edaleta xwe paqij dike fermî îtiraf dike ku ez nelirê me, gendelîparêz im. Hiş bin, bêdeng bimînin. Gava ku dewlet bi mirin û kuştinan re çavên xwe digire, fermî qebûl dike ku ez qatîl û kujer im.
Gava dewlet goristanan dirûxîne, hestiyan ji malbatan re dişine, girtiyên di bin destê xwe de dişine mirinê, bi awayekî fermî dibêje ez bê exlaq im, ez bê heysiyet im. Ez tu rê û rêbazên mirovatiyê nas nakim, nasnameya min ev e hûn ê mecbûr qebûl bikin.
Madem dewlet ev e, dewlet ji bo çi heye? Dewlet bersiva vê pirsê jî dide, dibêje, ez ji bo şer heme, ji bo şîdetê û ji bo amûrên şîdetê peyda bikim heme. Hûn dizanin bihayê fîşengekî bi çi ye? Maf û azadiyan bidine aliyekî em ji bo peydakirina fîşengan bi şev û roj dixebitin.
Kîjan ji van ne îtiraf e?
Rastî gelek eşkere ev e, li çavên her kesî re dikin.
Lê HDP jî têde mûxalefeta Tirkiyeyê kor e vê rastiyê nabîne, nanirxîne. Zimanê xwe, terzê mûxalefeta xwe naguherîne. Hê jî dibêjin, divê dewlet wiha neke, ev ne rast e, filan û bêvan. Mûxalefeta bi vî rengî ji bo desthilatdariyê pêlîstok e, tu kirineke mûxalefetê ji parxanê desthilatdariyê re naçe, tu car naêşîne. Xwe weke ku êşandî dide nîşan lê jê razî ye û kêfxweş e. Dewletê bi van helwestan kengî paşde gav avêtiye? Na, neavêtiye, wê neavêje jî.
Ji bo îro tenê di dest de maye bexwedaneke birûmet û şehîda berxwedanê. Şehadeta wê ji her aliyî ve êşeke gelek mezin e. Em berxwedana wê silav dikin û bejna xwe li ber bîranîna wê ditewînin. Wê di dilê azadîxwazan de her dem bijî.