Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Ma ev welat xiyar e ku bê dabeş kirin’

Siyasetmedar Mesût Bagcik ku di Doza Kobanê de tê darizandin wiha got: “Divê îfadeyên şahidan ên di pêvajoya teqîbatê ya Doza Kobanê de li ber çav bihata. Lê belê îfadeyên wan ên di pêvajoya lêpirsînê de esas hatine girtin. Dozger, weke ku her tişt bi hev re dîtibin tevdigere. Gelo ma ev welate xiyar e ku bê dabeş kirin.”

Rûniştina yekemîn a danişîna 30’emîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir.

Siyasetmedar Mesût Bagcik ku negirtî tê darizandin, siyasetmedarên jin Sebahat Tuncel, Ayla Akat Ata û gelek jinên din di danişînê de amade bûn. Yuksekdag û siyasetmedarên jin ên din bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn.

 ‘Dozger bi vê yekê hewl dide rastiyê veşêre’

Mesût Bagcik têkildarî mutalaayê axivî û got ku di mutalaayê de tiştên leha wan cih negirtine. Bagcik, wiha domand: “Ev yek bi zanebûn hatiye kirin. Dozger, bi vê yekê hewl dide rastiyê veşêre. Ev mutalaa, belgeyeke polîtîk e. Dozger, hestên xwe yên şexsî tev li mutalaayê kiriye. Ez dixwazim ku ev mutalaa li dozger bê vegerandin.”

 ‘Rastî hatiye veşartin û îdianame polîtîk e’

Bi domdarî Bagcik anî ziman ku dozgerî di mutalaayê de qala DAIŞ’ê nekiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Weke ku ev rêxistin qet tune be tevgeriyaye. Hemû kes dizane bê ka vê çeteyên komkujer û qirker çi kiriye. Di nava sînorên vî welatî de jî bi dehan komkujî kir û bi sedan kes qetil kir. Xwestin xelkê ji cih û warên wan bikin. Ev polîtîkayeke bizanebûn bû. Dibe ku sempatiya hinek kesan bo DAIŞ’e hebe. Dozger, ji bo çeteyên qirker tenê yek gotin nekiriye. Lê dema mijara behsa xeberê bû siyasetmedarên kurd, terazî diguhere. Ev mutalaa hiqûqî nîne. Lewma mutalaaya hatiye amadekirin mîna îdianameyê polîtîk e. Tenê sedemek heye ku ez niha li vir im û ew jî kurdbûna min e.”

 ‘Ma ev welat xiyar e ku bê dabeş kirin’

Di berdewamê de Bagcik destnîşan kir ku mijara dozê “Bûyerên Kobanê” nînin û wiha pê de çû: “Sedema vekirina vê dozê ew e ku zextê li muxalefetê bikin. Ez bi parçekirina welêt têm tawanbarkirin. Ma ev welate xiyar e ku dabeş bikim? Berovajî vê, di nava malbata min de jî gelek tirk hene û em vî welatî dikin yek. Lewma em dibêjin pêkvejiyan. Di esasê xwe de yên qala yekitî û hevgirtinê dikin em in. Heke qala dabeşkirinê bikin, bila li rêziknameyên partiyên pê re tifaq kirine binêrin. Bila berê xwe bidin kesên qala şerîetê dikin. Bi qasî ez dizanim, ew jî dikevin ber 302’yê. Baş e lê çima li wan nanihêrin? Dozger, dadgehê dixapîne. Gelo ma mirov derheqê DAIŞ’ê de tenê du hevokan jî nanivîsîne? Dibe ku di demên pêş de dozgerek rabe û derheqê vî dozgerî de îdianameyê amade bike.”

Ne zewicandin-ezebtî jî bûye tawanbariya sûc! 

Bagcik, bal kişand ser îfadeyên şahidan ên di dosyayê de û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îfadeyên gelek şahidan hev nagirin. Li ser zewicîbûn û azebtiya me bi ‘endamtiya rêxistinê’ tên tawanbarkirin.” Di vê navberê de ji dozgerê li eywanê pirsî bê ka zewicî ye yan na. Bagcik, wiha domand: “Ji bilî van pênaseyan, hinek pênaseyên din jî hene. Weke mînak, îdia dikin ku em naxebitin. Pênaseya ‘bi karekî ve mijûl nabin’ hatiye kirin. Lê min bi gelek belge raxistin holê ku min gelek kar kirine.”

‘Gelo ma dozgerek di dozê de dikare bibe şahid?’

Bagcik, got ku derheqê wî de îdiayeke weke “Demekê berpirsyarê KCK’ê yê Tirkiyeyê bû” hatiye kirin û wiha derbirî: “Her wiha tê îdiakirin ku ez çûme Qendîlê û li wir hatime perwerdekirin. Ez tu caran neçûme Qendîlê û ev yek jî îdiayên perwerdeyê yên şahidê nepen ‘Ulaş’ diderewîne. Îfadeyên Ulaş hev nagirin. Ev yek bi tena serê xwe bes e ku ev dosya were betalkirin. Îfadeyên şahidan ên di pêvajoya lêpirsînê de esas hatine girtin lê diviyabû îfadeyên wan ên di pêvajoya teqîbatê de esas bihatina girtin. Ev yek nîşan dide ku dozger ji hiqûqê fêm nake. Dozger, weke ku her tişt bi hev re dîtibin diaxive. Gelo ma dozgerek di dozê de dikare bibe şahid?”

‘Şahîdiya îtîrafkar Ulaş divê bihata xistin’

Bagcik, got ku dadgehê li şahid Ulaş guhdarî kiriye û wiha bal kişand ser îfadeyên wî: “Ez ji ber îfadeyên Ulaş têm darizandin. Lê belê Ulaş li xwe mikûr hat ku agahiyên wî nînin. Lewma divê şahidiya wî were betalkirin. Dibe ku gef lê hatibe xwarin lewma ev îfade da bin. Gelo dibe ku ji bo vê îfadeyê pê re bazarî hatibe kirin? Dibe ku bi malbata wî gef lê hatibe xwarin? Lewma şahidekî wiha nîne, nabe. Dibêje ku şahidiya tu tiştekî nekiriye. Xuyaye ku hinek metn danîne pêşiya vî qaşo şahidî. Ji ber îfadeyên vî kesî dan û nedayîn li vê dosyayê hatim zêdekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar