Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ma gelo heya kengê bêdengî?

Em di pêvajoyek pir giring de derbas dibin ku di dîrokê de bi çekên qedexekirî mirovahiyê qir dikin re rû bi rû dimînin. Ma gelo bêdengî pir xweşe, saziya mafê mirovan, NY, BM û OPCW li hemberî suçên dijmirovahiyê yên li hemberî gelê kurd tên bikaranîn. Em dest ji vê yekê berdin ma gelo heta kengê wê gelê me û dostên wan li hemberî van suçên dijmirovane bêdeng bimîne, divê ku li hemberî van sucan êdî gelê kurd dest bi berxwedan û tekoşînekî bêhempa bike.

Di nava sedsalan de ev du sedsalin ku bi çekên kimyawî ku di cîhana navdewletî qaşo hatiye qedexekirin gelê kurd û şervanên wan bi van çekan tên kuştin. Dîroka çekên kîmyawî ya ku li dijî gelê kurd hat bikaranîn pir dirêj û kur e. Ji ber vê yekê bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî gelê kurd digihêje salên 1920’an.

Di dîroka Kurdistanê de ne tenê artêşa tirk, di heman demê de hêzên din ên dagirker û hegemon jî di demên cuda de çewa ku pêwîstî pê dîtin bi çekên kîmyewî û gazên bi jehr li hemberî gelê kurd bikaranîn. Cara destpêkê dema ku gaza kîmyewî li dijî gelê kurd hat bikaranîn di nava salên 1920’an de bû. Her wisa li başûrê Kurdistanê li dijî berxwedana Şêx Mehmûdê Berzencî îngilîzan  balafiran gazên kîmyewî bikaranîn. Di vê kirina dijmirovane de 5 heta 10 hezar kurd hatin kuştin. Wê demê jî bêdengî li hemberî van sucên dijmirovane bi hemû aliyên xwe de hat parastin. Ger ku ev yek li dijî qewmek cuda yanî gelê welatên rojavayî hatibûna bikaranîn wê NY, BM, saziyên mafê mirovan û OPCW dunya xirab kiribana.

Belê li hemberî gelê kurd û gêrîlayên azadiyê yên ku ji bo mirovahiyê şer dikin, ji aliyê şefê faşîst ê tirk Erdogan û hevkarê wî Bahçelî ve şerekî topyekûn hatiye destpêkirin. Ev şer bi awayekî ne merdane ku bi çekên di qanûna navdewletî de hatine qedexe kirin yanî gazên jehrî û çekên kîmyewî ve tê birêvebirin. Tevî ku dewleta tirk a dargirker bi hemû hêza xwe, çekên giran, gazên bi jehr, bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî bikaratîne jî lê belê nikare berxwedana gêrîlayan bişkîne û ji gêrîla derbeyên giran dixwe.

Tevî daxuyaniya Navenda Ragihandina HPG û aşkera kirina nasnameyên 17 gêrîlayên ku bi çekên kîmyewî û dîmenê  2 gêrîlayên ku ji kîmyesalê bibandor bûn û piştre jî gihiştin şahdetê hat weşandin jî lê belê tevahî saziyên mafê mirovan, OPCW, BM, NY û YE li hemberî vê yekê bêdengin. Li vir ev pirs li gel mirov çêdibe, gelo ev sazî û destgeh şirîkên vê yekêne, gelo NY, YE û OPCW ji dewleta tirk pere girtine heta ku li hemberî vê yekê bêdeng dimînin?

Şefê dewleta tirk Erdogan û wezîrê wan yê parastinê Hulîsî Akar yên şer bi israr bikaranîna çekên kîmyewî red dikin. Lê belê piştî daxuyaniya Navenda Ragihandina HPG û dîmenên ku hatîn weşandin wezîrê parastinê yê tirk Hulîsî Akar bi xwe înkar kir ku wan gaza bi rengê sor a jehrê ku çav û ruyê mirov dişewîtîn bikaranîne.

Piştî vê yekê jî seroka TTB ya Şebnem Korur Fincanci tev li bernameyekî ya Medya Haber bû û got: “Divê bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolîn kirin û ji ber ku dema min temaşeyî dîmenan kir diyar dibe ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn.” Belê ger ku çekên kîmyewî ne hatibin bikaranîn çima piştî axaftina seroka TTB, Şebnem Korur Fincanci rastî bertekên tund yên rayedarên dewleta tirk a faşîst û siyasetmedarên tirk hat û piştî wê yekê ew hat girtin. Gelo çima yên ku li ser çekên kîmyewî daxuyanî û bertekan nîşan didin dibin hedefa şefê tirk Erdogan û polîsên wî?

Her tişt li ber çavane dîmen û belge jî diyarin. Herkes jî dizane ku çekên kîmyewî hatin bikaranîn lê belê ji ber ku şirîkên vê yekê ne çavên xwe li vê yekê digirin wek kesê ku dibêje; “Min ne dîtiye, min ne bîhîstiye û ez deng nakim” derdikeve holê.

Ji ber vê yekê divê ku gelê kurd û dostên wan li hemberî bikaranîn çekên kîmyewî bêdeng nemînin, divê ku ne bi gotinê sînordar bikin ji ber ku ne dema gotinê ye. Êdî dem dema tekoşîn, berxwedan û azadiya Rêber Apo ye. Gelê kurd bila ji bêdengiyê bireve ma heya kengî bêdengî, yê ku bêdeng dimîne bila baş bizane şirîkatiya vî sucî dike û sucên ku dewleta tirk dike dide qebûlkirin.

Nûçeyên Têkildar