Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

‘Ma hovîtiyên li Efrînê tên kirin jî ne sûc in?’

Hevserokê Meclisa Kantona Şehbayê Îmad Dawûd anî ziman ku dewletên herêmî yên weke Tirkiye û Îranê û hêzên navdewletî yên weke Rûsyayê bi komployan vîna biryardayînê ya gelên Sûriyeyê xesp kiriye. Dawûd got ku sûcên li Efrînê tên kirin mîna yên li Idlibê nayên bihîstin û ev pirs kir; ‘Ma binpêkirinên li Efrînê tên kirin ne sûc in?’

Hevserokê Meclisa Kantona Şehbayê Îmad Dawûd têkildarî geşedanên dawî yên li Sûriyeyê û rûdanên li Idlibê ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî.

Îmad Dawûd di serî de bal kişand ser civînên Soçî û Astanayê û da zanîn ku mafê biryardaryînê yê gelên Sûriyeyê hatiye xespkirin. Dawûd anî ziman ku êdî hinek dewletên herêmî yên weke Tirkiye û Îranê û dewletên weke Rûsyayê li şûna gelên Sûriyeyê biryarê didin. Dawût got ku ev vîna biryardayînê bi komployan û li gorî berjewendiyên dewletên herêmî û navdewletî ve ji gelê Sûriyeyê hatine giritn.

Lihevkirina Rûsya û Tirkiyeyê

Di berdewamê de jî Dawît da zanîn ku lihevkirinên dualî yên di navbera Rûsya û dewleta tirk de tenê xizmetê ji berjewendiyên wan dewletan re dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber vê bû ku li dijî xwepêşendanên gelê Idlibê derketin. Ev dualîtiya di siyaseta navdewletî de yan jî di berjewendiyan de hişt ku dîplomasiyeke navdewletî ji exlaqê dûr derkeve. Ji ber wê sûcên şer li ser gelê Sûriye û gelên Rojhilata Navîn pêk hatin.”

Ma binpêkirinên li Efrînê ne sûc in?

Herî dawî jî Dawûd ev tişt destnîşan kir: “Me sûc û hovîtiyên dewleta tirk a dagirker ên li Efrînê dîtin. Heta dewleta Sûriyeyê tu daxuyanî nedan. Piştre diyar bû ku sûcên li dijî gel tên kirin di encama lihevkirinên navdewletî de bûn. Her wiha çarçoveyeke dîplomasî û navdewletî ya wan sûcan hebû. Me heta niha nedîtiye ku têkildarî mijarê dewletekî yan jî rêxistineke navdewletî daxuyaniyek dabe. Lê sûcên ku li Idlibê tên kirin li cîhanê deng veda. Gelo hovîtiyên li Efrînê tên kirin ne di berjewendiyên wan de ne? Dewleta tirk krîzên li herêmê bikartîne. Bi xeyalên Osmanî dijî.” ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar