Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

‘Ma Seyîd Riza û Şêx Seîd jî PKK’yî bûn ku dewleta tirk ew bi dar ve kirin?’

Aktîvîstên Germiyanê bertek nîşanî êrîş, dagirkerî û komkujiyên dewlet tirk dan. Aktîvîstan got ku Erdogan û dewleta tirk sûcên şer dikin. Aktîvîstan gotina dewleta tirk û serokê Herêma Kurdistanê ku dibêjin; ‘Dewleta tirk ne li dijî kurdan, li dijî PKK’ê şer dikin’ red kirin û ev pirs kirin: “Me Seyîd Riza û Şêx Seîd jî PKK’yî bûn ku hatin bidarvekirin?’

Êrîş û komkujiyên dewleta tirk a dagirker ên li dijî rojavayê Kurdistanê didomin. Aktîvîstên siyasî bertek nîşanî daxuyaniyên Erdogan û serokê Herêma Kurdistanê dan û gotin ku êrîşên dewleta tirk ne tenê li dijî PKK’ê, li dijî hemû kurdan e. Têkildarî mijarê aktîvîstên Germiyanê ji Rojnewsê bi Hawrê Kirêkar re axivîn.

Ji aktîvîstan Xebat Reşîd di serî de bal kişand ser komkujiya dewleta tirk a ku li Til Rifatê pêk anî û wiha got: “Ev komkujî li dijî prensîbên peymana mafên zarokan e. Dewleta tirk jî ev peyman îmze kiriye. Lê belê dewleta tirk vê peymanê binpê dike li hemberî xelkê sivîl û zarokan sûc dike. Ma çi sûcê zarokan heye ku mirov li hemberî wan komkujiyan bike? Ez bêdengiya cîhanê ya li hemberî kiryarên dewleta tirk jî şermezar dikim. Rojane zarok di bin qurbanên zilm û zordariyê.”

Bertek nîşanî gotina Barzanî û Erdogan da

Aktîvîstê bi navê Selah Mihemed jî bal kişand ser gotina ‘Dewleta tirk ne li dijî gelê kurd, li dijî PKK’ê şer dike’ ku serokê Herêma Kurdistanê û Erdogan gelek caran dibêjin û ev tişt anî ziman: “Ma Şêx Seîd û Seyîd Riza jî PKK’yî bûn ku dewleta tirk ew bidarve kirin? Gelê Dêrsimê PKK’yî nebû lê çima rastî komkujiyê hatin? Referandum PKK’ê pêk ne anî lê wê demê Erdogan çima li dijî wê derket? Zimanê kurdî qet PKK’yî nîne. Wê demê Erdogan û dewleta tirk çima destûrê nade ku bibe zimanê xwendinê? Ev hemû nîşan didin ku pirsgirêka zîhniyeta desthilatdariya tirk bi kurdan re heye.”

‘Divê em dewleta tirk bêhtir teşhîr bikin’

Bi domdarî jî Mihemed ev tişt anî ziman: “Divê em xebata civakî û siyasî di asta cîhanê de berfireh bikin û sûcên dewleta tirk bêhtir teşhîr bikin. Dîsa pêwîst e em malên tirkî boykot bikin û bi her awayî xebatên meşrû bi kar bînin.” GERMIYAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar