Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Maçoglu: Vîna gel bi biryareke polîtîk hatiye xespkirin

Serokê Şaredariya Dêrsimê Fatîh Mehmet Maçoglu anî ziman ku tayînkirina qeyûman biryareke polîtîke û îradeya gel hatiye xespkirin. Maçoglu da zanîn ku ger partiyên muxalîf û derdorên demokrat îro li dijî vê biryarê dernekevin, dê sibe veguhere pirsgirêka hemû partiyan

Serokê Şaredariya Dêrsimê Fatîh Mehmet Maçoglu li Amedê beşdarî çalakiya rûniştinê ya li dijî tayînkirina qeyûman bû. Maçoglu têkildarî tayînkirina qeyûman ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi Lezgîn Akdenîz û Adem Baran re axivî.

Maçoglu bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û wiha got: “Ev tayînkirin, xespkirina vîna gel e. Ger ku îro li dijî qeyûman nerazîbûn neyên nîşandan, sibe du sibe dê qeyûm veguherin pirsgirêka hemû partiyan. Îradeya gelê Amedê bi biryareke polîtîk hate xespkirin. Divê di zûtirin dem de ji vê biryara xwe vegerin û hevalên me biçin ser peywira xwe. Ya ku li gelê Amedê hatiye kirin, neheqî ye. Li vir îrade heye û em jî bi vê îradeyê re ne.”

‘Em piştgiriya hevrêyên xwe dikin’

Di berdewamê de jî Maçoglu da zanîn ku her çiqas ew li Dêrsimê jî bin, dilê wan bi gelê Amed, Mêrdîn û Wanê re lê dide û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em piştevaniya hevrêyên xwe dikin. Roj roja hevgirtinê ye. Li Tirkiyeyê pirsgirêka azadî û demokrasiyê heye. Îro tiştên ku li me hatine kirin, sibe dê li partiyên din bên kirin. Em ji vî welatî hez dikin. Li gelek deveran li dijî tayînkirina qeyûman nerazîbûn hene.”

‘Divê derdorên demokrat li cem HDP’ê cih bigirin’

Fatîh Mehmet Maçoglu herî dawî jî ev tişt destnîşan kir: “Neheqiyeke mezin hatiye kirin. Divê di demekî herî nêz de ji vê xeletiya xwe vegerin. Divê hemû saziyên demokrasiyê yên Tirkiyeyê li dijî vê neheqiyê bi wijdaneke hevpar bertek nîşan bidin. Tiştê hatiye kirin rewa nîne. Divê hemû hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê li cem HDP’ê cih bigirin û hemû partiyên muxalîf, sendîka, rêxistinên girseyî yên demokratîk bi HDP’ê re di nava piştevaniyê de bin û li dijî vê zilmê serî rakin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar