Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Macron dîsa hişyariya Rûsya û hegemonyayê da

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron di konferansa sala nû de ya ku sefîrên welatê wî lê hazir bûn careke din giringiya Rûsyayê destnîşan kir û diyar kir ku di serî de Asya welatên ku radibin dawî li hegemonyaya rojava anîne.

Macron di axaftina xwe de ya ji bo sefîran bal kişande ser geşkirina têkiliyan ên bi Rûsyayê re û li dijî vê ”berxwedana di nav dewleta kûr de” bi bîr xist.

Macron vê heftiya dawî du caran têgiha ”dewleta kûr” bi kar anî, bal kişande ser hebûna dîplomatên ku perweredehiya xwe li ser pêewlenebûna Rûsyayê standine û got, ”Bi giştî li ser vê mijarê, ”Dema ku li Serokkomar guhdar dikin,  weke ku hîn bûne, tiştên ku berê dikrin, dîsa têne kirin”.

Macron her wiha ji bo van dîplomatên ku li şûna ku guh bidin Serokkomarê xwe guh didin polîtîkayên berê, got, ”Pêşniyara min li we, vê rêyê neşopînin. Ev rê bêbandor e û ziyanê dide pêbawerîbûna gotina serokkomar”. Macron bi van gotinan bi rengekî zelal danî holê ku di polîtîkaya derve de Qesra Elyses dixwaze giraniya xwe deyne.

Macron dubare kir ku Rûsya aidî Ewropa ye û diyar kir divê bi berfirehî li ser vê were fikirandin.

Macron li xwe mikur hat ku dîplomasiya Fransiz li ser mijara ”afirînriyê” li paş maye, xwest ku sefîr li welatên ku lê dimînin, bi ”nûbûnan” karîger bin. Macron got di polîtîkaya derve de hewceyî ne tenê bi ”pispor”an heye û got, ”Pispor tenê li ser mijarên ku li demên berê mane, pispor in.

Macron bal kişande ser ”aboriyên ku radibin”, mînaka Çîn, Hindistan, Brezilyayê da, bal kişande ser hêza wan û diyar kir cîhana rojava karîgeriya xwe ji dest dide.Macron got, ”Em dawiya hegemonyaya rojava dijîn” û diyar kir, ev hêzên nû, ku bi rengê ”dewlet-medeniyet”ê li ser xwe difikirin, bi ”zêdetir hêzê û bi îlhama ji ya rojava zêdetir” dixwazin pergala cîhanê û polîtîkayê zêdetir bidirûv bikin.

Macron got ev hêzê nû di siyaseta cîhanê de dikin ku hesab nû werin kirin û ”hînbûn û dogmayên” rojava ”genî dikin”. PARÎS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar