Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron serkeftina Hêzên Sûriyeya Demokatîk (QSD) ku dawî li DAIŞ’ê anî, pîroz kir
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li ser twîtterê serkeftina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku dawî li serweriya çeteyên DAIŞ’ê yên li ser axa Sûriyeyê anî, silav û pîroz kir û ev peyamê da: “Hêzên Sûriyeya Demokratîk ragihand ku wan keleha dawî ya DAIŞ’ê xistine. Ez hurmetê ji hevkarên me re û ji artêşa koalîsyona navnetewî re digirim ku Fransa jî parçayek jê ye. Ji bo ewlehiya me, bi rengekî biryardar li dijî terorîstan têkoşiyan. Em kesên ku bûne qurbaniyên DAIŞ’ê ji bîr nakin. Îro ev qonaxa li paş mayî pir mezin e. Ji bo welatê me, tehdîteke mezin hate bêbandorkirin. Lê taloke didome û têkoşîna dijî terorîstan divê bidome.” PARÎS