Serokomarê Fransayê Emmanûel Macron diyar kir ku êrîşên dewleta tirk ên li dijî rojavayê Kurdistanê xeteraya alîkarîdayîna jinûve derketina DAIŞ’ê vedike
Serokomarê Fransayê Emmanûel Macron li Qesra Elyseeyê bi serokwezîra Almanyayê Angela Merkel re civiya.
Macron anî ziman ku biryara wan a hevpare ew e ku êrîşa li dijî rojavayê Kurdistanê bê sekinandin. Macron diyar kir ku ew wisa difikirin ku dê êrîşa dewleta tirk rê li ber xetereyeke rewşeke xedar a mirovî û alîkarîdayîna jinûve derketine DAIŞ’ê bike. PARÎS