Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Maddeyên hişbir çawa derbasî Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê dikin?

Ji çar aliyên Rêveberiya Xweser dewletên dijminê gel an bi şebekeyên madeyên hişbir, jehrê derbasî herêmên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê dikin. Balkêş e ku ji bo derbaskirina madeyan belgeyên desturê yên bazirganî, rêxistinên mirovî û alîkarî bikar tînin!.

Di nava alozî û qeyrana Suriyeyê de, pergala Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, bûye navnîşana ewlekarî, aramî, siyasî, civakî, çandî û bawerî ya ji bo hemû pêkhateyên herêmê. Ev yek ji bo hêzên herêmê û navnetewî yên ku hesabên wan li ser Suriyeyê hene dibe kelemek mezin. Lewma ji bilî êrîşên leşkerî, siyasî û aborî, dijî vê pergalê şerekî taybet tê meşandin. Yek ji rêbazên vî şerî jî, raçandin û belavkirina tora madeyên hişbir e.

Ji çar aliyê me hişbir dibare

Piştî ku dewleta tirk a dagirker herêmên Idlib, Ezaz, Cerablus, Bab, Efrîn, Girê Sipî û Serêkaniyê dagir kirin, hewldanên derbaskirina madeyên hişbir zêde bûn. Ev herêm êdî bûn korîdora derbaskirin û bazirganiya madeyên hişbir. Li van herêmên ku kargehên madeyên hişbir jî hatine çêkirin, dewleta tirk hewl dide van madeyan derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bike.

Li aliyê din Hikûmeta Şamê yan jî derdorên nêzî wê bi riya şebekeyan madeyan dişînin herêmê. Dîsa ji aliyê başûrê Kurdistanê, Iraqê û Îranê jî şebeke hatine avakirin û madeyan derbasî Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê dikin.

Tişta balkêş hevkariya van toran ya bi hev re ye

Balkêş e ku pêwendiya van şebekeyan hemûyan bi hev re heye û dixwazin Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê wekî navendek belavkirin û derbaskirina madeyên hişbir bikar bînin. Madeyên ji Başûr, Iraq û Îranê tînin, derbasî herêmên Suriyeyê dikin, ji vir jî hewl tê dayîn derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bikin. Ji Cerablus, Efrîn, Ezaz û Babê jî madeyan derbasî herêmên xweser dikin û beşek dişînin Başûr.

Şebekeyên di bin qontrola dewletên herêmê de ne bi awayekî qaçax hişbirê derbas dikin

Rêveberiya Xweser ji sedî 30’ê cografiyaya Sûriyeyê bi rêve dibe. Di navbera herêmên xweser, herêmên dagirkirî, yên hikûmeta Şamê û Başûr de bi dirêjahiya bi sedan kilometer sînor heye. Li ser van sînoran jî gelek derî hene. Şebeke hewl didin di van sînoran de madeyên hişbir bi awayekî veşartî derbas bikin û li nava civakê belav bikin. Di navbera herêmên xweser û yên hikûmeta Şamê de deriyên sînor ên ku ev şebeke dixwazin bikar bînin deriyên Tebqa, Ebû Kehef (Tayihe) Ebû Asî yê li Dêrazorê ye.

Li sînorên herêmên dagirkirî jî hewl tê dayîn ku deriyên Minbicê, Um Cilûd û Ewn Dadat, li sînorê Iraqê deriyê Til Koç û yê Başûr deriyê Fîşxabûr bên bikaranîn.

Şebekeyên madeyên hişbir her wiha rêya navnetewî ya M4, gundewarên Şehba, Girê Sipî û Til Temir jî bikar tînin. Ji ber ku erdnîgariya herêmê deşte û kontrola wê hinek zehmet e, şebeke gelek rêyan bi awayekî qaçax bikar tînin.

Rêyek din a ku ev şebeke bikar tînin jî, bazirganî û rêxistinên bi navê mirovî û alîkariyê ne. Li gorî îtîrafên kesên ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine girtin, endamên şebekeyan belgeyên destûrê (destura derbaskirina wesayît û madeyan) yên rêxistinên di bin navê mafê mirovan û alîkariyê de tên herêmê bikar tînin. Ji ber van belgeyan li bendên kontrolê bi hêsanî derbas dibin.

Çawa hişbir tên derbas kirin?

Li gorî agahiyên ji saziyên ewlekariyê yên Rêveberiya Xweser hatine girtin, şebekeyên madeyên hişbir, ji bo bazirganî û derbaskiran madeyan li ser 3 lingan xwe rêxistin kirine. Koma yekem madeyan derbasî herêmên xweser dike, ya duyem hem digihîne sînorên Başûr û Iraqê, hem teslîmî koma sêyem dike. Koma sêyem jî hewl dide li nava civakê şebekeyan çêbike û madeyan bide belavkirin.

Rêyên derbaskirina madeyan jî gelek in. Şebeke dixwazin deriyên ku ji bo alîkarî û pêdiviyên mirovî vekirî hatine hiştin bikar bînin. Mînak Deriyê Tebqayê ji bo rewşên mirovî û derbaskirina para alîkariyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê vekirin, her wiha welatiyên ku mirovên li herdu aliyan hene tên-diçin. Şebeke jî di kamyonên alîkariyan û pêdiviyên mirovî de hebên hişbiriyê vedişêjin û derbas dikin. Şebekeyên madeyên hişbir heta digihîjin sînorên Rêveberiya Xweser li bendên kontrolê nayên sekinandin an jî kontrolkirin.

Bîlançoya salên 2021-2022’an wiha ye

Bîlançoyên ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê aşkere kiriye, van hewldanan radixe ber çavan. Di rapora navbera 26’ê hezîrana 2021’an û 26’ê hezîrana 2022’yan hatiye amadekirin de, 3 milyon û 442 hezar û 30 heb, 167 şitlên heşîşa hişk û ernûs, 4 kîlo û 70 gram tovê heşîşê, 8 kîlo û 230 gram madeya krîstal, 127 gram eroîn, 22 gram kokaîn, 510 kîlo û 780 gram heşîşa xam hatin desteserkirin. Têkildarî mijarê 989 kes hatine girtin û li saziyên dadweriyê 474 doz hatine vekirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirn di 4’ê Çileya 2023’yan de jî raporek din eşkere kir û hejmarên nû dan. Li gorî raporê 559 kîlo û 401 gram heşîr, 3 şitlên heşîşê, 8 cixareyên heşîşê, 3 milyon 862 hezar û 410 hebên hişbir, 184 hezar û 596 gram madeya krîstal, 144 gram tovê heşîşê û 534 gram eroîn hatiye desteserkirin. Hejmara dosyayên li saziyên dadweriyê hatine vekirin jî derketiye 2 hezar û 37’an. Ji van 535 têkildarî bazgirganiya madeyên hişbir, 387 têkildarî belavkirina wan, hezar û 115 jî têkildarî bikaranîna madeyên hişbir in. Li gorî herdu raporan hejmara kesên hatine girtin jî hezar û 410 e.

Hewldanên derbaskirina hişbirê zêde dibin

Tora madeyên hişbir ji gelek aliyan ve hewl didin jehra xwe li herêmê zêdetir bikin. Li gorî agahiyên rêveberiya ewlekariya Minbicê, di destpêka sala 2023’yan de li deriyê Tebqayê tenê di yek carê de 2 milyon hebên hişbir hatine desteserkirin. Hebên ku di cihên veşartî yên kamyonan de hatibûn bicîhkirin, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin desteserkirin. Heman rêbaz li deriyên Um Cilûd û Ewn Dadat jî tê bikaranîn. Li navenda Minbicê jî di 3 mehên dawî de 2 şebekeyên ku her yek ji wan ji 20 kesan pêk tê û 35 kesên madeyan belav dikin bi giştî 75 kes hatine girtin.

Rêveberê Daîreya Dijî Hişbirê : Şebeke xwe wek kom bi rêxistin dikin

Rêveberê Daîreya Giştî ya Dijî Madeyên Hişbir a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Kano diyar kir ku hikûmeta Şamê, dewleta tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê hewl didin bi rêya belavkirina jehrê civakê û bi taybetî ciwanan bêhiş, ewlehî û aramiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî xirab bikin.

Hesen Kano bal kişand ku şebekeyên madeyên hişbir xwe wekî koman birêxistin dikin û ev agahî dan: “Komek derbaskirina madeyan ji bo herêmê hêsan dike, koma din van madeyan werdigire û bi rêbazên cûda derbasî herêmên me dike, komek jî van madeyên hişbir li nava civakê belav û bazirganiyê dike.”

Endamên şebekeyên madeyên hişbir ên hatine girtin, di lêpîrsînên xwe de gelek agahiyên têkildarî derbaskirina jehrê dan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar