Piştî ku dewleta Tirk a dagirker bajarê Minbicê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kir, Kombûna Jinên Zenûbiya di 10’ê Kanûnê de ragihand ku 3 endamên wê yên li Minbicê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî ve hatine qetilkirin. Têkildarî mijarê, cîgira hevserokên meclisa bajarê Til Temirê Madlên El-Ibêd axivî.
Madlên El-Ibêd li ser rewşa giştî ya Sûriyê destnîşan kir ku piştî ketin û hilweşîna desthilatdariya Esed, herêm bi giştî ber bi guhertinê ve diçe. Madlên anî ziman ku piştî çend salên bi binpêkirina azadî û edaletê, hêviyên gel ji nû ve zindî bûne. Madlên diyar kir ku gelek zilm û zordariya ku dûrî mafên mirovan bû dîtine û wiha got: “Lê çend komên çete yên ku bi plan û hêzên derve tên birêvebirin, hewl didin ji vê valahiyê sûd bigrin û di bin navê şoreşê de planên hêzên derve li Sûriyê pêk bînin. Hewl didin carek din şerê etnîkî û navxweyî derxin. Di bin navê gelê Sûriyê de komên çete sûcan li dijî gelê li ser vê axê dijîn dikin û metirsiyeke mezin ji ber hebûna van çeteyan li Sûriyeyê heye. Çeteyên DAIŞ’ê careke din zindî bûn û di nav HTŞ’ê de niha ji sedî 70’yê erdîngariya Sûriyê kontrol dikin, tevî ku ev kom di lîsteya terorê ya navdewletî de ne jî. Sûriye îro ber bi îslama siyasî ve diçe.”
Madlên El-Ibêd destnîşan kir ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşengiya pêkanîna projeya demokratîk a ku xwe dispêre azadiya jinan dikin û jinên ku di oxira pêkanîna vê projeyê de bûne hedef, bi van gotinan bi bîr xist: “Jinên Rojava şoreşger in, ji destpêka şoreşê ve bêyî dudilî pêşengiya guhertin û veguhertinê kirin. Di asta cîhanî de xwe wek hêzeke mezin ferz kirin. Hebûna me ya îro li vê derê, bi saya bedêlên giran û hebûna jinên leheng e. Jinan li dijî her cure êrîşan li ber xwe dan û di serî de li dijî dewleta Tirk a dagirker a ku hewl dide jiyanê têk bibe, têdikoşin. Em dikaribûn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gavên ber bi pêşerojeke azad ve bavêjin û di nava 13-14 salan de destkeftiyên mezin bi dest bixin. Ji lewre jinên ku îro li Minbic û Helebê tên qetilkirin, hemû jinan temsîl dikin.”
Madlên El-Ibêd da zanîn ku qetilkirina sê hevriyên wan ên ji Kombûna Jinên Zenûbiya, ne komkujiya yekem e û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Hedefgirtina pêşengan ne nû ye ger were bîra we di sala 2013’an de hevrê Sakîne Cansiz, Fîdan Doxan û Leyla Şaylemez çawa hatin hedefgirtin. Ger me komkujiya Parîsê fêm kiribe, em ê qetilkirina jinên Minbicê jî fêm bikin û bigihîjin pirsa ku çima jin tên qetilkirin. Meşa me ya di warê şoreşê de dê bidome û bi vê berpirsiyariyê heta ku em dagirkeran ji axa xwe derxin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Madlên El-Ibêd bal kişand ser hişmendiya mêrsalar a ku ji şoreşa jinan ditirse û wiha pê de çû: “Qetilkirina jinan sîstematîk û bi zanebûn e. Jinên bijarte yên di qada civakî û siyasî de û di qada jinan de bi bandor in tên hedefgirtin. Ji ber ku civak bi wan ava û azad dibin, li dijî şoreşa wan bi her awayî êrîş tên kirin. Ji ber van sûcên tên kirin, em bang li saziyên mafên mirovan û saziyên hiqûqî dikin ku destwerdanê bikin, dozên lêpirsînê der barê kûjerên jinan de vekin. Em daxwazin bi darizandina kujerên jinan ên ku sûcên şer dikin, edalet pêk were. Divê qetilkirina jinan normalîze nebe, ji ber ev sûcekî herî mezin e li dijî mirovahiyê. Pêwîst e aliyên pêwendîdar bizanibin jin parçeyeke vî welatî ne. Em daxwaza dadgeheke navdewletî ji hemû kujerên ku destên wan di xwîna jinan de heye, dikin.”
Madlên El-Ibêd ji bo piştgiriya bi jinên Rojava re bang jî kir û wiha got: “Jinên cîhanê û jinên welatên Ereb pêwîst e bi her awayî piştgiriya xwe bi jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re nîşan bidin. Ji ber ku jinên Rojava herî zêde bi êrîşên dewleta Tirk re rû bi rû man. Her wiha em bang li jinên li Ewropayê dikin ku li pêşiya balyozxaneyên welatên xwe, êrîşên li ser Rojava û qetilkirina jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê protesto bikin û bikaribin zextê bikin ku êrîşan rawestînin. Divê em li seranserê cîhanê bibin yek û bi dengekî dakevin qadan û bibêjin; ji qetilkirina jinan re na. Bêguman felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ dê bigihîje nifşên piştî me û her dem zindî bimîne.”