Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

‘Mafê hêviyê’ wê li Konseya Ewropayê bê nîqaşkirin

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dê biryara “binpêkirinê” ya têkildarî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan nîqaş bike. Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak diyar kir ku divê Tirkiye di hiqûqa navxweyî de hin guhertinan bike.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di sala 2014’an de der barê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan de li ser “mafê hêviyê” biryara “binpêkirinê” dabû. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê wê di 17’ê îlonê de careke din bicive. Komîte dê kontrol bike ka gelo biryarên binpêkirinê yên DMME’yê dide tên bicihanîn an nayên bicihanîn.

Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Civaka Sivîl di Sîstema Înfaza Cezayê de (CÎSST) û Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî (TOHAV), beriya civîna komîteyê, di 31’ê tîrmehê de komîteyê agahdar kirin. Di danezana agahdarkirinê de banga “guhertinên qanûnî yên pêwîst bên kirin” hat kirin.

Hevserokê OHD’ê yê Giştî Serhat Çakmak têkildarî “mafê hêviyê” yê ku dê li Komîteya Wezîran de bê nîqaşkirin axivî.

Çakmak, bal kişand ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê li ser serlêdana rêxistinên sivîl ên civakî biryara “binpêkirinê” xistiye rojeva xwe û wiha got: “Sedemê vê polîtîkbûne. Têkiliyên Tirkiyeyê, pirsgirêka penaberan û hevsengiya konjonktora navnetewî… di mijara pêkneanîna biryaran de hevsengiyek li ber çavan tê ragirtin.”

Çakmak, destnîşan kir ku bi awayekî hiqûqî nikare cezayê heta hetayê li kesekî/ê bê birîn û wiha berdewam kir: “Biryarên ku DMME têkildarî mîlîtanên ETA û IRA’yê de dane hene. DMME dinirxîne ku divê hêviyeke mirovekî/ê ya ku dê rojekê azad bibe hebe. Di serlêdanên ku di vê çarçoveyê de hatin kirin de di sala 2014’an de biryarek hate dayîn. Hate diyarkirin ku divê Tirkiye di hiqûqa navxweyî de hin guhertinan bike. Me jî ji wan re ragihand ku ‘mafê hêviyê’ nayê pêkanîn.”

Çakmak, bi lêv kir ku Tirkiye alîgirê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye û biryarên PMME’yê derbasdar in. Çakmak, destnîşan kir ku ji ber vê yekê pêkneanîna biryara “binpêkirinê” bêhiqûqî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di xala 90’emîn a Destûra Bingehîn de rêziknameyek heye ku tê de tê gotin ‘Sepandina peymanên navneteweyî di hiqûqa navxweyî de di ser qanûnan re ye’. Ji bo ku biryara ‘binpêkirinê’ ya li vir hatiye dayîn were pêkanîn divê di hiqûqa navîn de guhertin bên kirin. Pişt re ji bo pirsgirêkên derkevin holê jî divê bi biryara Meclisê guhertin bên kirin.”

Çakmak, qala hêza mueyîdeyê ya komîteyê kir û ev tişt got: “Beriya niha têkildarî Azerbaycanê jî heman pêvajo pêk hat. Ji Azerbaycan a biryar pêkneanî re hişyariya ku ji Konseya Ewropayê bê avêtin hate kirin û Azerbaycan neçar ma ku biryarê pêk bîne. Dema em di vî warî de lê dinêrin, hêza mueyîdeyê ya komîteyê gelek zêde ye. Lê mixabin ji ber hevsengiyên siyasal, komite li Tirkiyeyê vê pêvajoyê nameşîne. Îro biryarên Fîgen Yuksekdag, Osman Kavala û Selahattîn Demîrtaş jî di nav vê de ne. Ji aliyê teknîkî ve mekanîzmayeke dikare heta derxistina ji meclîsê bê xebitandin, heye. Lê belê di mijara bicihanîna vê de em bi pirsgirêkeke cidî re rû bi rû ne.”

Çakmak, diyar kir ku komîteyê di civînên ku demên borî hatin kirin de çima biryarên komîteyê nehatin sepandin pirs kir û Tirkiyeyê ev bersiv daye “Darbe hebû. Bila ev derbas bibe pişt re em ê vê pêvajoyê bidin destpêkirin. Pirsgirêkên me hene. Bi terorê re têdikoşin”. Çakmak, wiha domand: “Heta ku li welat demokrasî, maf û azadî neyên berfirehkirin ev daxwaz dê her tim hebin. Dê ev pirsgirêkên ku em tasvip nakin dê berdewam bikin. Îro li erdnîgariyeke ku reng û çandên cuda lê hene pergaleke yekperest hebe pirsgirêk e. Yekane çareseriya van pirsgirêkan jî demokrasî ye. Em difikirin ku mifteya demokrasiyê li Îmraliyê ye. Em hemû baş dizanin ku bêyî hevdîtina bi birêz Abdullah Ocalan re, ku îro li Îmraliyê ye û bi salan e di nava tecrîdê de tê hiştin, demokrasî pêk nayê.”

Çakmak, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev pêvajoyeke. Em jî dê weke hiqûqnasan şopdarên vê pêvajoyê bibin. Her wiha ji bo bi hin periyodan biryar bên pêkanîn û di hiqûqa navxweyî de guhertin bên kirin em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar