Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Mafê kesê tune rê li ber tunebûna vîna gelê kurd veke

Gelê kurd li her çar aliyên Kurdistanê û li derveyî welat di nava hewldanên yekitiyê de ne. Kî li pêşiya yekitiya kurdan dibe asteng û wê yekitiya kurdan ji bo Rojhilata Navîn çi pêşveçûnan bi xwe re bîne? Dagirkeriya tirk çi lîstokan dilîze?

Mirin ne tune bûne, careke din vegera li bêdawîbûnê ye. Mirin a ku jiyanê biwate dike ye, sirûşta hebûnê ye. Lê îxanet ji pêşketina ne sirûştî, ya hişê analetîk a weke penceşêrê çê bû û li Mezopotamyayê bû cara yekem di şexsê Enkîdo yê di Mîtolojiya Gilgamêş de tê vegotin. Îxanet ji rê derketina mirov û mirovahiyê ye ku mirovbûnê bikerê wî dixe ber lêpirsînê. Bi vê rengî dixwazim rewşeke îro jî bixim ber lêpirsînê.

Faşîzma AKP’ê bi salane dijminatiya kurdan dike. Dixwaze tiştekî bi navê kurd li holê nehêle. Elbet çawa ku di çîroka Gilgamêş de Humbaba Rêvebera qewmê çiyayî bi rênîşanyeya Enkîdo aliyê Gilgamêş ve tê qetilkirin, îro jî Erdogan dixwaze bi rêya îxanetkarên kurd çiyayên kurd tune bike û çiyayên Kurdistanê dagir bike.

Erdogan û AKP bi peyrewkirina destûra selefiyên xwe yê di dema Împaratoriya Osmanî de mîna Sultanê Osmanî Sultan Selîm ku hin xiyanetkarên ereban bikar anî û ta Misrê dagirkeriya xwe bir, îro jî heman mejî û feraset dixwaze hin xiyanetkarên kurdan mîna PDK’ê ji bo xwe bikar bînin û Kurdistanê dagir bike û kurdan berdin hev. Bi wî şêwazî dixwaze fetihkariya xwe ji cîhanê îspat bike û bêje ez ji xwîna paqij a turanî me. Dagirkeriya tirk bişaftina kurd esas digire û ji bo bigihîje vê armanca xwe pir şêwazan bi kar tîne. Di wan cihên ji xaka Kurdistanê ku dagir dike de netewên cuda bi cih dike. Ev kesên ne kurdistanî ku li vir bi cih kirin, dibin parçeyek ji stratêjiya qirkirinê. Kiryarên qirker û metînger a tirk, tenê bi yekitiya gelên herêmê dê têk biçe. Dewletatirk ji bo tunekirina kurdan wê her di nava êrîş û lîstikên qirêj de be. Ji ber ku Yekitiya Kurdan nîşaneya azadiya Kurdistanê ye û azadiya Kurdistanê, ji holê rakirina dagirkera ye.

Têkçûna dagirkeran bi yekbûna hêzên kurd mîsoger e

Îro bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hin hêz û partiyên kurdî ji bo parastina Kurdistanê û her wiha yekitiya neteweyî, di nav têkoşîn û hewldanên mezin de ne. Pir dostên kurdan û mirovên aştî û azadîxwaz jî gelek destek dan vê pirose yê û aktîf tevgeriyan. Hinek ji wan bi vê beşdarbûnê dewletên xwe yê ku destek didin vî şerê qirêj, protesto kirin.

Gelê me her roj di qadan de ne û bangewaziya yekitiya kurdan dikin. Ev nîşaneya vîna ji bo gihîştina yekitî û azadiyê ye. Lê belê ger hêzên kurd bibin yek û bi hev re li dijî dagirkeran bisekinin wê faşîzm, deshilatdarî û dagirkerî li holê nemîne. Lê ger yekitî çê nebe û li hember faşîzmê yek deng bûnek nebe, bi taybet di rojek mîna îro de, wê siberoja Kurdistanê û ya hêzên kurd di nava gumanên pir xirab de be. Di vê pêvajoyê de tişta herî gîring a tê nîqaşkirin yekitiya kurdan û destkeftiyên sed salê ye ku di nav de statûya kurdan wê çawa were misogerkirin, cihê nîqaşê ye. Heger partiyên kurd yekitiyekê çêbikin, pêşî li şerê navxweyî bigirin, hemû planên ku li ser kurdan tên meşandin wê encam negirin. Wê Kurdistana Azad bibe mînak ji bo Rojhilata Navîn û ji bo cîhanê.

Pêwîst e PDK êdî ji xewa xwe şiya bibe

Pêwîst e PDK’e ji wan lîstokên ku ta qirikê ketiye nav derkeve û destê xwe bide destê partiyên kurdî. Bangewaziyên Rêveberiyên PKK û KNK û ya hemû gelên Kurdistanê guhdar bikin û bi tevlibûna yekitiya kurdan bi aqil tevbigere. Axaftinek pêşiyan heye ku dibêje; “ez û birayê xwe li dijî pismamê xwe û ez û pismamê xwe li dijî biyaniyan ne”. Îro pêwîstî bi biratiyê ji her demê zêdetir heye. Ji ber ku dema mesele dibe kurd hemû hêzên desthilatdar dibin yek li dijî destkeftiyên kurdan. Ger ku kurd jî ne yek bin, tunekirina kurdan wê hêsan be. Mixabin dîrokek me wekî kurd a reş jî heye ku her dem me hev kuştiye û ji bo bilindkirina netewbûna xwe tişta pêwîst nekiriye. Her dem kurd qehreman bûn lê tu carî ji bo xwe qehremantî nekiribûn. Lê îro em dibînin li Zap, Avaşîn û Metînayê di heman demê de li rojavayê Kurdistanê û li her çar aliyên Kurdistanê, êdî gelê kurd ji bo Kurdistanê têdikoşin.

Elbet mirov parçebûna di nava PDK’ê de jî dibîne û dibîne ku hemû alî wekhev nafikirin. Weke ku di van rojên dawî de Rêvberê PDK’ê Mesud Barzanî gotibû; ‘heya ez hebim nahêlim kurd xwîna hev birêjin’. Lê ewqas?! Nahêle birêjin lê wê hinek xwîna hinekan bimijin! Li kêleka te maseya şer a dijî kurdên ku tu behsa wan dikî, bi pêşengiya MÎT’a tirk hatiye avakirin û kurê te û biraziyê te wan birêve dibin.

Parastina destkeftiyên Kurdistanê esas e

Divê partiyên kurdî destkeftiyên gel bixin bin garantiyê. Ev ji bo gelê me ewlehiyeke demokratîk e. Çi li Başûr be çi jî li Rojava û li her çar aliyê Kurdistanê be. Di vê pêvajo ya ku her kes ketiye nava hewldanên yekitiya neteweyî, asta çareseriyê bilind e. Lê belê êrîşekî mezin li ser destkeftiyên kurd hene. Li Avaşîn, Zap, Metîna û li ser giştî Başûr û her çar aliyên Kurdistanê êrîşên dagirkeran hene. Li her derê bangewazî û serhildan hene li dijî van êrîş û dagirkeriyê berxwedan hene. Lê mixabin ev êrîş ne bes in PDK sengeran li hemberî Gerîlayên Tevgera Azadiyê çêdike çeperan li wan teng dike. Li kêlekekê gelê kurd bangewaziyên yekitiyê dikin û li milê dîtir jî PDK çeperên şer ava dike. Ger ku PDK’ê bêje ez partiyekî kurd im wê êrîşî destkeftiyên gelê kurd neke. Ji ber ku her çiqas hikûmeta Başûr destkeftiyeke meşru were hesibandin, hebûna gerîla jî îradeyeke rewa ya gelê Kurdistanê ye. Mafê te tune rê li ber tunebûna vîna gelê me vekî.

Êrîşkarî û nîjadperestî ya ku li ser kurdan têne meşandin, tenê yekitiya kurdan dikare wê nijadperestiyê têk bibe. Îro nîqaşa tenê Avaşîn û Zapê nînin. Îro mijar giştî kurd û destkeftiyên kurdan e. Êrîşên heyî li ser nefes kêşana gelê kurd e. Di roja me ya îro de pirsgirêka yekitiya kurd di bingehê pirsgirêkan de, risteke bingehîn dilîze. Ger yekitî çênebe wê qeyran kurtir bike. Nijadperestiya kurd jî çareser nake, nabe hêza çareseriyê. Ew jî ji bo kurdan xeter e. Nijadperestiya kurd ew 200 sal in heye. Kurd anîne sînorê tunekirinê.

Êrîşên dagirkeriya tirk li ser Qadên Parastinê yên Medyayê bi feraseta dijminatiyeke bê dawî ye ku di vê dijminatiyê de rewşeke pêwîstiya wê bi îzah kirinê hebe tune ye. Rewşeke ji dijmanitiyê jî zêdetir e. Em bi rastiyeke wisa re rû bi rû ne. Rewşeke wisa ye ku li ser tunebûna kurdan, dixwazin tirkîtî bikin hebûn. Tu dibêjî qey kurdîtî neyê tunekirin, dê tirkîtî nebe hebûn. Em bi xeteriyekê re rû bi rû ne. Çavkanî: ANF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar