Li Dîlokê mafê parastinê ya 11 parêzerên ku ketin îfadeya 54 siyasetmedarên li Dîlokê di 14’ê mijdarê de hatin binçakirin, ji destê wan hat girtin. Derket holê ku 4 sal berê der barê wan de lêpirsîn hatiye vekirin û ji ber lêpirsîna 4 sal berê niha mafê wan ê parastinê hatiye astengkirin
Li Dîlokê di 14’ê mijdarê de 54 siyasetmedarên kurd hatin binçavkirin û ji wan 24 kes hatin girtin. Piştî 54 siyasetmedar hatin binçavkirin 11 parêzeren ku xwestin biçin di bin çavan de siyasetmedaran bibînin rastî astengiyê hatin. Der barê parêzeran de biryara ‘Sînorkirina parastinê’ hat dayîn. Piştî parêzer rastî astengiya parastinê hatin fêr bûn ku der barê wan de 4 sal berê lêpirsîn hatiye vekirin û ji ber vê lêpirsînê rastî astengiyê hatine.
Derbarê mijarê de Serokê Baroya Dîlokê Bektaş Şarkli got ku dosyaya lêpirsînê 4 salan dane rawestandin. Dadgehê der barê parêzer Alaattîn Aslan, Berîvan Ozpolat, Mehmet Alagoz, Mehmet Erdem, Hasan Onder Sulu, Adnan Erol, Yakup Koca, Mustafa Yalçin, Mustafa Hartavi, Mahmut Fermanoglu û Kahraman Çîçek û der barê Endamê Komeleya Hiqûqnasên Azadîparêz (OHD) ya bi KHK’ê hat girtin, bi hinceta sûcdariya ‘Endamtiya rêxistinê’ de biryara sînorkirina parastinê dan. Baroyê li dadgeha jor îtîraz kir û ev îtîraza baro hat redkirin.
Çima piştî 4 salan
Serokê Baroya Dîlokê Bektaş Şarkli diyar kir ku xebatên komeleya hatiye girtin hincet nîşan dan û der barê 11 parêzeran de biryara ‘Sînorkirina parastinê’ dane û ev yek li dijî hiqûqê ye. Şarkli anî ziman ku rexneya wan ew e ku lêpirsîn di sala 2016’an de hatiye vekirin û piştî 4 salan ev qedexe derdikeve pêşberî wan û wiha got: “4 sal li ser lêpirsînê derbas bûn. Dozger an diviya bû doz vekiraya yan jî diviya bû dosya girtibûya. 4 sal in çima heta niha hat rawestandin. Ev parêzer ofîsên wan li Dîlokê ne û her roj diçin edliyê, 4 sal in çima îfadeya wan nehat girtin. Ev li dijî pîvan û hiqûqa navneteweyî ye.”
Li dijî Peyman Mafê Mirovan e
Parêzer Berîvan Ozpolat a der barê wê de biryara sînorkirina parastinê hat dayîn jî ev tişt anî ziman: “Ev biryar li dijî Destûra Bingehîn, qanûn, Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, hiqûqa gerdûnî ye. Tu bingeha hiqûqî ya sînorkirina parastinê tune ye. Piştî ev biryar hat dayîn, em fêr bûn ku der barê me de lêpirsîn hatiye vekirin. 4 sal berê dosya lêpirsînê hatiye vekirin. Em her roj li edliyê ne. Dikarîbûn bi hêzanî bang li me bikin û em biçin îfadeyê bidin. Lê piştî 4 sal şûnde vê dosyayê tînin pêş me. Dema em diçin muwekilê xwe bibînin dibêjin ‘Der barê we de biryara sînorkirina parastinê heye. Hûn nikarin parastina vê dosyayê bikin.’ Ev li dijî mafê wekheviyê ye.”
‘Xwestin ser bêhiqûqiyê bigirin’
Ji parêzerê mafê wî yê parastinê hatiye bisînorkirin Mehmet Alagoz jî diyar kir ku piştî OHD di sala 2016’an de hat girtin der barê gelek endamên wan de lêpirsîn hat vekirin û wiha got: “Em di 14’ê mijdarê de fer bûn ku der barê me de lêpirsîn hatiye vekirin. Gelek muwekilên me yên vekâletnameya wan di destê me de polîsan bi ser malên wan de girtin. Dema em çûn malên wan, polîsan got hûn dikarin beşdar bibin. Diyar kirin ku der barê wan de biryara sînorkirina parastinê heye.” DÎLOK