Hêzên ked û demokrasiyê yên Enqereyê ji bo bîranîna serokê THKP-C’ê Mahîr Çayan û hevalên wî ku 50 sal berê li Kizildereyê hatibûn qetilkirin, li Goristana Karşiyakayê hatin ba hev. Di merasîma bîranînê de wêneyên kesên li Kizildereyê jiyana xwe ji dest dayîn hatin rakirin û bi dowîzên “Di 50’î saliyê de em pêl bi pêl li pey Deh’an tên” û “Piştevanî û berxwedana bi hev re ya li hemberî faşîzmê, rûmeta me ya dîrokî ye” ber bi gora Mahîr Çayan ve meşiyan. Beşdaran, qurnefîl danîn ser goran.
Di merasîmê de Komeleya 68’an, Federasyona 78’iyên Şoreşger, Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Malên Gel, Komeleya Çandê ya Dostaniyê (DKD), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Kaldiraç, Hêzên Têkoşînê yên Yekbûyî (BMG), Kolektîfên Xwendekaran, 68’î, Pêşeroja Çep a Kesk (YSG), Partiya Jinûveavakirinê ya Sosyalîst (SYKP), Partiya Tevgera Kedkar (EHP), Înîsiyatîfa Xwendekaran, Komeleya 78’iyan a Şoreşger a Samsunê, parlamenterên HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu û Omer Ocalan amade bûn.
Di bîranînê de Serokê Giştî yê Federasyona 78’iyên Şoreşger helbestvan Ahmet Tellî metna hevpar xwend. Tellî, diyar kir ku piştî nîvesrê dîsa li pêşberî lehengên nejbîr ên nifşê 68’an in ku bi tu awayî li hemberî êrişên herî xedar ên çîna serdest serî netewandin. Tellî, Çayan û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr anî û wiha domand: “Yên ku dibêjin bi qetilkirina Mahîr Çayan û rêhevalên wî re rûpelekê dîrokê hatiye girtin, xwe dixapînin. Weke kesên ji nifşê 68’an, me her tim rola ku şoreşgeran ji me re hêlabû, lîst. Ev girêdana ku ji wê rojê heta niha pir kêmî caran dihat dîtin, tu carî qut nebû û ev yek tenê dikare bi aqilê diyalektîk ê dîrokê were fêmkirin. Nifşê 68’an, mînakeke zindî ya qanûna dîrokê ya Marks bû ku di vê qanûnê de pênaseya nifşan dikir. Ew qanûna dîrokî ev bû; kevneşopiya ku hemû nifşên berê ava kirî, mîna xewnereşkekê dikeve mejiyê kesên hêj dijîn.”
Tellî, anî ziman ku weke nifşeke şoreşger rastî bernameya polîtîkayeke îmhayê hatibûn û wiha bi dawî kir: “Em vê ji bîr nakin û ji kêmasiyên xwe dersan digirin. Em dişibin hev û bîranînên rêhevalên xwe di di dilê xwe de stare dikin. Yek ji deynê nifşê me jî ew e ku em tecrûbeyên xwe hînî nifşên nû bikin. Divê neyê jibîrkirin ku Komkujiya Kizildereyê; encama hewldana piştevanî, berxwedan û fedekariya bi rêhevalên xwe re ye. Di dîrokê de kêm mînakên mîna wê hene. Divê em vê tu carî ji bîr nekin.”
Bi heman mebestê, bi pêşengtiya malbata Cîhan Alptekîn ku di 30’ê Adara sala 1972’yan de bi Mahîr Çayan û 10 hevalên xwe re li gundê Kizildere yê Tokatê hatibû qetilkirin û yek ji pêşengên THKO’yê bû jî li ser gora wî ya li gundê Yeniyol ê Ardeşen a Rîzeyê merasîma bîranînê li dar xist. Di merasîmê de pankarta “Bi dîroka berxwedan û piştevaniyê re em ber bi pêşerojê ve dimeşin” hatibû vekirin û beşdaran dirûşma “Soza me ya bo wan ev e, dê şoreş çêbibe” berz kirin.
Di bîranînê de Serokê Şaxa Malên Gel a Artvînê Ugur Karakuş kesên jiyana xwe ji dest da ne bi bîr anî û got ku dê di rêya wan de bimeşin.