Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

MAK’ê firoşkarê tiryakê ceza kir

MAK, çalakiyên xwe yên li hemberî polîtîkayên şerê taybet ên dewleta tirk didomîne. Milîsên MAK’ê li Amedê firoşkarê tiryakê ceza kir.

Milîsen Azadiya Kurdistanê (MAK) li Amedê firoşkarekî tiryakê ceza kir. Têkildarî çalakiyê ev agahî hatin dayîn: ‘’Di 5’ê Îlonê de milîsên me li Cadeya Ekîncîler a Taxa Ofîs a Amedê piştî ku demekê firoşkarê bi navê F. Esetekîn şopandin, ew tespît kirin û binçav kirin. Di lêpirsînê de kesê bi navê F. Esetekîn anî ziman ku ew bi piştevanî û polîtîkayên şerê taybet ê dewleta tirk û hêzên wê dest bi karê firotina tiryakê kiriye. F. Esetekîn ji ber xizmetkirina şerê taybet û dewleta tirk û jehrîkirina ciwanan di serî de gelê Amedê ji hemû gelê kurd lêborîna xwe xwest û anî ziman ku êdî ew karekî bi vî rengî nake.  Kesê bi navê F. Esetekîn piştre ji aliyê milîsên me ve hate birîndarkirin û cezakirin. Madeyên hişbir ên krîstal ên li ser şexsî hatî girtin jî ji aliyê milîsên me ve hatin şewitandin û îmhakirin.’’

Her wiha di daxuyaniya MAK’ê de ev yek jî hatin gotin: ‘’Dewleta tirk a dagirker polîtîkayên xwe yên şerê taybet bi hemû bêexlaqiya xwe li ser ciwanên kurd ferz dike. Ji bo ku ciwanên Kurdistanê ji civakîbûn û têkoşîna wan a azadiyê û cewhera wan dûr bixe, di serî de tiryak û fihûş serî li hemû polîtîkayên qirêj dide. Hêzên dewleta tirk ên şerê taybet bi taybetî jî malbatên welatparêz hedef digirin û destpêkê ciwanan dixin tora xwe û piştre jî bi gef û zextan jiyaneke bêexlaq li wan ferz dikin.’’

Di daxuyaniyê de ev yek jî hatin gotin: ‘’Di gel ku Rêber Apo û tevgera azadiyê ji bo azadiya me têkoşîneke ev qasî pîroz didin meşandin, nabe ku ciwanên kurd ên leheng jiyaneke wiha ya bêexlaq û dejenere layiqî xwe bibînin. Di vê serdemê de ku em di nava şerê hebûn û nebûnê de, divê ciwanên welatparêz ên Kurdistanê berê xwe bidin refên têkoşîn û jiyaneke birêxistinkirî.

Bi vê çalakiyê em hişyariyê didin kesên ku vê jiyana bêexlaq li ciwanên me û gelê me ferz dikin; Ev polîtîkayên we yên ku gelê me jehrî dike, wê bibe dawiya we û dagirkeran.

Em bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku li hemberî rejîma şerê taybet werin di nava refên milîsên me de xwe birêxistin bikin û ji dagirkeran hesab bipirsin.’’

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar