PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

‘Makeqanûn divê ji daxwazên civakê re bibe bersiv’

Nûnerên partiyên siyasî yên li Mêrsînê der barê nîqaşên li ser amadekirina makeqanûna nû de axivîn. Nûneran got ku divê makeqanûna nû hemû bawerî û gelên Tirkiyeyê di nava xwe de bihewîne û ji daxwazên civakê re bibe bersiv. Nûneran destnîşan kir ku ji bo makeqanûneke nû, hewceyî bi hilweşandina rejîma qesrê ya nû heye

Nûnerên partiyên siyasî yên Mêrsînê têkildarî nîqaşên amadekirina makeqanûna nû axivîn û destnîşan kirin ku di serdemeke ku zext û zoriyên li ser gel zêde dibin de, pêdivî bi makeqanûneke nû heye.

Der barê mijarê de hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê Mûstafa Işik got ku makeqanûna nû ne li gorî pêdiviyên civakê ye û wiha dom kir: “Ne tenê AKP’ê, hikûmetên berê jî li gorî berjewendiyên xwe makeqanûn guherandine. Pergala heyî ji ya Makeqanûna  12’ê Îlonê jî paşvetir e. Hewceyî bi makeqanûneke nû heye. Lê divê di çarçoveyeke laîk û piralî de be û li gorî daxwazên civakê bê amadekirin. Ji bo makeqanûnê, xebatên partiya me hene.”

‘Makeqanûn divê li kuçeyan bên amadekirin’

Serokê Partiya Karkeran (TÎP) ê Mêrsînê Bulent Ufuk Ateş jî diyar kir ku divê makeqanûneke alternatîf bê amadekirin û wiha berdewam kir: “Makeqanûneke azadîxwaz û wekhevîxwaz bi têkoşîna li hemberî AKP’ê pêkan e. Ger rejîma qesrê hilweşe û li şûna wê pergaleke azadîxwaz bê rûniştandin, ev yek dê bi xwe re makeqanûnê jî bîne. Ji bo vê jî pêwîstî bi têkoşîna li dijî rejîma qesrê heye. Makeqanûn divê li kuçeyan bên amadekirin.”

Divê qanûn ji daxwazên civakê re bibe bersiv

Têkildarî mijarê serokê SYKP’ê yê Mêrsînê Alper Firat Gedîk jî anî ziman ku makeqanûneke ku pêwendiyê bi pirsgirêkên civakiyî re daneyne ji destpêkê ve divê rewabûna wê bê lêpirsînkirin û wê xebateke endezyariyî nikaribe tu tiştî îfade bike. Gedîk bi lêv kir ku ji nasnameyê heta ekolojiyê, ji mafên çîna karkeran heta pirsgirêkên jinan, gelek pirsgirêk li ber wan in. Gedîk da zanîn ku wan ji bo vê mijarê komîsyonek ava kiriye.

‘Divê hêzên muxalîf kom bibin’

Di heman mijarê de serokê Partiya Kedê (EMEP) ê Mêrsînê Mehmet Taşçi jî bi lêv kir ku divê makeqanûneke ku li cem kedkar û gelan cih digire bê amadekirin û wiha bi dawî kir: “Desthilatdarî û derdorên wê dixwazin xwe di ser makeqanûnê re rewa bikin. Dema em qala makeqanûna nû dikin, em qala jiyaneke ku pêşî li karker û kedkaran, azadiya rêxistinbûyînê û azadiya gelan vedike, dikin. Lê ew tenê qala rakirina astengiyên li pêşiya partiyên pergalê dikin. Di rewşa heyî de li vî welatî parastina aştiyê û mafê sendîkayîbûnê sûc e. Em dixwazin ji bo makeqanûnêhemû derdorên muxalîf li hev kom bibin û pêvajoyeke bidin destpêkirin.” MÊRSÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar