Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Mal bi mal digerin û jinan serwext dikin

Midûriyeta Jinan a Şaredariya Silopiyayê, li dijî desdirêjî û tahdeya li ser jin û zarokan, mal bi mal digere û jinan serwext dike

Şaredariya navçeya Silopiya ya HDP’î neh meh berê Midûriyeta Polîtîkayên Jinan ava kiribû. Ji roja ku midûriyet hatiye avakirin heya niha, derbarê jinan de gelek xebat kirine. Niha jî li tax û gundên navçeyê derbarê îstîsmarkirina zarokan û tahdeya li jinan tê kirin de dest bi hin xebatan kiriye. Di vê xebata navbirî de li dijî hemû cureyên destavêjiyê malbat tên serwextkirin. Midûra Midûriyeta Polîtîkayên Jinan Nergîz Ant derbarê xebatên midûriyetê de axivî.

Ant diyar kir ku midûriyeta jinan li ser xebatên derbarê jinan û zarokan de hûr dibe û wiha got: “Zarokên me, pêşeroja civakê ne. Zarok, perçeyeke civakê ne. Ji ber vê jî pêvajoyên ku ew tê re derbas dibin ji bo me pir hêja û girîng in. Dema ku zarok bi destdirêjiyê û tundiyê re rû bi rû bimînin, em ê çawa fêm bikin, an jî em ê wan çawa jê dûr bixin? Em ê dayikan û kesên ku ji wan berpirsyar çawa agahdar bikin? Bi vî awayî em pir kûr fikirîn. Beriya niha em li taxan mal bi mal geriyan û me perwerdehî dida. Lê ji ber pandemiyê me nexwest em mirovan li hev kom bikin. Paşê em lê fikirîn ku gelo em çawa bikin? Me biryar da ku em mal bi mal bigerin û xebateke bi vî awayî bidin meşandin. Nêzî 10 roj in me xebateke bi vî awayî daye destpêkirin. Em mal bi mal digerin û li dijî destavêjiyê û îstismarkirina zarokan û jinan belavokan belav dikin. Xebata me, baş derbas dibe. Malbat jî baş nêzî xebata me dibin.”

Dê xebat bidomin

Her wiha Ant anî ziman ku dê xebatên xwe yên bi vî rengî bidomînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Malbat bi derûniya ku wekî sûcek kiribin tevdigerin. Dev ji îstîsmarê berdin, ji bo vê bi zarokên xwe re jî naaxivin. Qet nebe em dikarin bibînin ku ev yek diqewime û qet nebe dema ku malbat bi vî tiştî re rû bi rû man, wê bizanibin serî ku bidin. Ez wisa difikirim ku xebata me xebateke serkeftî ye. Xebatên me yên bi vî rengî dê berdewam bikin. Ne tenê li taxan, li gundan jî em ê mal bi mal bigerin û bi jinan re civînan çêbikin. Piştî pandemiyê em ê xebatên dorfirehtir bikin. Di pêş de em ê derbarê têkiliya dayik û zarok de jî dest bi perwerdehiyê bikin. Xebatên me dê bidomin.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar