Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Mal û milkên Şaredariya Pirsûsê hîbeyî dewletê kirine

Hevşaredarên HDP’î yên Şaredariya Pirsûsê ji qeyûm stendin, niha jî dane dû mal û milkên qîmeta wan bi qasî 14 milyonî ye ku di dema qeyûm de dewrî emniyet, miftîtî, midûriyeta çandniyê û qeymeqamtiyê hatin kirin

Derket holê ku Qeymeqamê Pirsûsê Tarik Açikgoz ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya Pirsûsê hatibû kirin, gelek xeyrî menqûlên şaredariyê bêyî bedêl hîbe kirine. Niha hevşaredarên HDP’î ku di hilbijartina 31’ê adarê de bi ser ketin, hewl didin mal û milkên şaredariyê yên ji aliyê qeyûm tahsîsî emniyet, midûriyeta çandniyê, miftîtî û qeymeqamtiyê hatine kirin bistîne.

Qeyûm, wesayîta meqamê ya şaredariyê hîbeyî emniyeta navçeyê, avahiya şaredariyê ya 385 parsêl e û 286 girav û avahiyên 37 parsêlên ji bo 25 salan hîbeyî Midûriyeta Perwerdehiya Netewî, li Taxa Sarayaltiyê depoya hewaya sar hîbeyî Midftîtiya Navçeyê, li Taxa Yildirimê erseyeke 3 hezar metre hîbeyî Midûriyeta Çandinî ya Navçeyê, li Taxa Sarayaltiyê cihê Bazara Genim ku 12 hezar û 500 metrekare ye hîbeyî qeymeqamtiyê kiriye.  Mal û milkên şaredariyê yên qeyûm hîbe kirine bi tevahî qîmeta wan bi qasî 14 miyon lîreyî ye.

Tiştên ku hatine kirin xesp e

Hevşaredar Abdûllah Polat, li ser mijarê axivî û diyar kir ku wan biryara meclisa şaredariyê ya ji bo van mal û milkên şaredariyê ragihandiye saziyên eleqedar lê belê bi tu awayî bersiv nehatiye dayîn. Polat wiha got: “Em ê bişopînin. Em ê têbikoşin. Tiştên hatine kirin xespkirin e. Bi hatina qeyûm re malên gel hatiye talankirin. Em ê van mal û milkên gel dîsa ji wan bistînin û bidin gel.” RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar