Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Mala Barzanî li Efrînê bûne dizê mirîşkan’

Litfiyê Mehmûd Silêman işaret bi hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeran re kir û got: "Wê bi ruhê berxwedaniya gerîla faşîzm û xiyanet têk biçe. Vaye mala Barzaniyan hatine Efrînê diziya mirîşkên gel dike."

Berdevka Kongra Star a Navçeya Şêranê Hobanê Litfiyê Mehmûd Silêman li ser hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk a dagirker re ji ANF’ê re axivî.

Berdevka Kongra Star a Navçeya Şêranê Litfiyê Mehmûd Silêman derbarê kiryarên PDK’ê de got: “Êdî xiyanet bûye rêbaza PDK’ê. Em destê xwe yê xwişk û biratî, wekhevî û azadiyê dirêj dikin, lê PDK vê yekê qebûl nake. Ew berxwedana ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê diqewime û keda şehîdan bûye sedem ku gelek destkeftî bên bidestxistin. Dewleta tirk û piştevanê wê PDK dixwazin vê destkeftiyê tune bikin.”

‘Eger gerîla nebûya, wê PDK’ê başûrê Kurdistanê firotiba dijminên dagirker’

Litfiyê anî ziman ku gerîla ji bo avakirina civakeke azad bêyî teredûd xwe feda dike û got: “Lê li hemberî vê hewldana gerîla jî îxanet radibe û dixaze civaka azad tune bike. PDK qaşo dibêje ez kurd im, lê gelo tu eleqeya pratîka wê bi kurdîtiyê ve heye? Eger gerîla nebûya, wê PDK’ê başûrê Kurdistanê ji dijminên dagirker re hiştiba.”

‘Bêrîtan bû sembola jina azad’

Litfiyê bi dewamî got: “Ji bo ku şehîd Bêrîtan nekeve destê dijmin, xwe ji çiya avêt. Mala Barzanî bi destekdayîna dewleta tirk, gelek êrîş li Herêmên Parastinê yên Medyayê dan destpêkirin. Bêrîtan şahida wê ye, ji bo ku nekeve destê dijmin xwe ji çiya avêt û bû sembola jina azad. Bêrîtan xwedî li soza avakirina civakeke azad derket. Bêrîtan bû jina fedekar û berxwedêr.”

‘Nexweşxaneya Hewlêrê şahide xiyaneta PDK’ê ye’

Litfiyê Mehmûd diyar kir ku Şîlan Kobanê û hevrêyê wê ku ji aliyê PDK’ê û MÎT’ê ve hatin şehîdkirin, şahidê xiyaneta PDK’ê ne û got: “Ew hevalên ku êdî xwe azad kirin û riya berxwedaniyê şopandin, îxanet berê xwe dide wir. Nexweşxaneya Hewlêrê şahide ku çi lê qewimî, ew komkujiya ku bi destê mala Barzanî pêk hatî, wê dîrok lanet bike.”

‘Mala Barzanî li Efrînê bûne dizê mirîşkan’

Litfiyê bi bîr xist ku PDK’ê di dema êrîşên DAIŞ’ê de Şengal terikand û got, “Kêliya ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin, PDK’ê xwe ji wir vekişand. Ew reva PDK’ê bû sedem ku bi hezaran jin li bazaran bên firotin û bi hezaran jî bên revandin. Di wê kêliya ku PDK’ê ji tirsa reviya de gerîlayên azadiyê berê xwe dan Şengalê û li wir berxwedaniyeke bê hempa dan meşandin. Her dû birayên ku li pêşiya tanga PDK’ê sekinîn, gotin ‘bes e ji xiyanetê re’. Ew tang li ser herdû hevalan re derbas bû û herdu bira jî şehîd bûn.

Êdî PDK’ê di cihanê de xwe îspat kir ku di warê însanî, civakî û di hemû warê jiyanê de xeta îxanetê jî derbas kiriye. Bi destê mala Barzanî gerîlayên azadiya Kurdistanê tên şehîdkirin. Îro zarokên me li çiyayên azad li ber xwe didin, li hemberî wan jî PDK’ê xeta xiyanetê dide meşandin û wan dike hedefa xwe. Mala Barzanî li Efrînê çi dike. PDK’ê ji dewleta tirk û ENKS’ê re got, wan ji Efrînê derxin em ê bên, li wir jî bûn dizê mirîşkan. Vaye her roj mala Barzanî û dewleta tirk êrîşî gerîlayên azad dikin û dixwazin gelê kurd ji holê rakin. Dewleta tirk jî bi destê mala Barzanî dixwaze bigihije encama xwe.”

‘Em ê bi ruhê berxwedaniya gerîla îxanetê tune bikin’

Berdevka Kongra Star a Navçeya Şêranê Litfiyê Mehmûd Silêman ragihand ku sedemê çûyîna Hakan Fîdan a li Hewlêrê ew e ku dixwazin bi destê PDK’ê gerîlayên azad tune bikin û ev tişt bilêv kir: “Gerîla li hemberî hemû êrîşan bi taybetî li hemberî êrîşên bi çekên qedexekirî, bûye bersiv û berxwedanek bê hempa raber dike. Em ê heta hetayê li pey xeta azad a Rêber Apo bin. Em ê bi ruhê azad ê ku me ji Rêber Apo girtiye, îxanetê têk bibin û dawiyê li wan jî bînin. Em ê heta dawî jî piştgiriya gêrîla bikin. Em ê bi ruhê berxwedaniya gerîla, îxanetê tune bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar