Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Mala kartonî ya herêma Kurdistanê dirûxe’

Kovareke Amerîkî di weşaneke xwe ya taybet de  rexneyên tund li desthilata Herêma Kurdistanê dike û dibêje: “Mala kartonî ya herêma Kurdistanê dirûxe.”

Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê karneya mafê mirovan ya herêma Kurdistanê de rapora xwe ya salane aşkerekiribû û têde rexne li rêveberiya başûrê Kurdistanê kiribû. Lê rexneyên Wezaretê ji aliyê rêveberiya herêmê ve rastî nerazîbûnekî tund hatibû. Piştî rapora wezaretê kovareke Amerîkî ya bi navê Foreign Policy jî têkildarî sîstema rêvebirinê û şêwazê rêvebirina herêma Kurdistanê raporek rexnegir belav kir. Di raporê de sîstema herêma Kurdistanê weke mala kartonî tê wesifkirin û têgotin ev mala kartonî dirûxe.

Di raporê de bêhêvitiya desthilata Amerîka ya beramber bi sîstema li başûrê Kurdistanê jî bi vana tespîtan tê îfadekirin: “Demek ev herêm weke cihekî geş û arambû, lê niha tiştên tarî derdikevin.” Ev kovar navçeya Çemçemal ya ser bi Silêmaniyê ji ber xirabiya rêvebirinê weke nimûneya ne dadperweriyê tîne û wiha têgotin: “Çemçemal bajarekî hişk û pir doze, lê li kêla navenda gaza xwezayî ye! Piraniya wan mehane bi çend sed dolar dijîn û bêkarî jî zêde ye.” Di dewama rapora kovarê de têgotin, niha şefafbûn nîne û saziyên siyasî yên herêmê dabeşbûne li ser berprirsên partiyan û wiha berdewamî pê tê dayîn: “Bi berdewamî welatî ji ber nebûna azadiya fikir tên girtin, ne wekheviya aborî û nebûna derfetên jiyanê, timî pêşî li pêlên koçberiyê vedike ku li derveyî welat li pey jiyaneke baştir bigerin.” Di kovarê de îşaret bi ne hevsengî û ne dadiya di navbera bajarên mezin û biçûk yên Herêma Kurdistanê jî têkirin û têgotin, ew jiyana li bajarên biçûk gelek dûre li jiyana siyasetmendarên ku li Hewlêr û Silêmaniyê dijîn.

Kovar di heman demê de rexne li dîplomatkar û siyasetmendarên Rojavayî jî digre û dibêje, ev cihêkariyên hene ji aliyê dîplomatkar û siyasetmedarên serdana herêmê dikin ve ji nedîtî ve tên û wiha têgotin, dema ew serdana herêmê dikin tenê bi berpirsên hizbî, berpirsên bazirganan û xwendekarên li zankoyên taybet dixwînin re kom dibin. Weke rapora Wezareta Derve ya Amerîkayê jî ev kovar jî dibêje, Herêma Kurdistanê rûbe rûyê qeyrana rewatiya demokrasiyê dibe.

Di dawiya raporê de jî berê rexneyan yekser dide PDK’ê û YNK’ê û van tespîtan dike: “Di rastî de desthilat di stûyê du partiyên desthilatdar yên herêmê de ye, ew jî PDK û YNK’ye. PDK kontrola parêzgehên Hewlêr û Dihokê kiriye, YNK jî kontrola Silêmaniyê kiriye. Li her herêmekî de berpirsên hizban siyaseta wê herêmê diyar dikin. Peywendiyên hizbî weke mifteya bidestanîna kar û destpêkirina kar û çareserkirina nakokiyan tê dîtin. Pêşmerge û hêzên ewlekariyê li her herêmek ser bi partiyekin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar