Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Mala xwe kir dîwanxane

Dengbêj Ismaîl Seyranoglu odeyeke mala xwe kire 'dîwanxane'; ji 10 salî heta 22 saliyan şagirtên wî hene 

Dengbêj Ismaîl Seyranoglu ê colemergî ku li Wanê dijî, ji bo rêz û rêçika dengbêjiyê bide jiyîn li Wanê ‘dîwanxane’ vekir. Seyranoglu li vir hem onlîne dersan dide hem jî ji 6 salî heta bi 22 saliyan şagirtên wî hene.

Seyranoglu diyar kir ku dengbêjî ne karekî wiha ye ku pê pere tê bidestxistin û wiha got: “Ev rêz û rêçikek e, mîrateyek e, çanda me ye ku ji bav û kalan maye. Ên ku hay ji vê raçînka çandî hene girîngiyê pê didin.”

Seyranoglu da zanîn ku bi populîzmê ev rêz û rêçik hatiye jibîrkirin, dengbêjî gencîneyek e û ev tişt anî ziman: “Dengbêjî ji bo min tê maneya rengan. Tê maneya rûberê, dîroka wê, navê ji bo me gencîneyek e ku di klamên dengbêjiyê de veşartiye.”

Di axaftina xwe de Seyranoglu diyar kir li dijî asîmîlasyona çandî helwest daniye û wiha domand: “Dema ku bi navê dengbêjiyê perwerdehiya dengbêjiyê didim zaroyekî 10 salî, wê demê dibînim ku li dijî asîmîlasyonê xwedî helwesteke çawa me. Çanda min, zaroktiya min dimire, li dijî vê heta mirinê ez ê dersan bidim.”

Her wiha di dawiya axaftina xwede Seyranoglu ev tişt anî ziman: “Divê em li ser dengbêjiyê rawestin. Niha bi dengekî bêruh dikarim hin gotinan bibêjim lê ev ne dengbêjî ye. Divê em xwe bigihînin raçînka çandî ya peyvan ku dengbêjan bi sedan salan e gotine. Em di wan kilaman de wêje, dîrok, huner û kurdiya dêrîn dibînin. Ez ê şagirtên xwe zêdetir bikim.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar