Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Malbat cenazeyê zarokên xwe ji PDK’ê dixwaze

Malbata gerîla Serdem Cûdî ê ku di êrîşa PDK'ê de şehîd bû, diyar kir ku sal jî derbas bibin ew ê daxwaza cenazeyê xwe bikin û ev tişt anîn ziman: “Hevalê Serdem û hevrêyên wî li Xelîfanê bi destê PDK'ê şehîd ketin. PDK dijminê gelê kurd e. Haya gelê kurd ji xiyaneta PDK'ê heye. Xiyaneta wan aşkere bûye.”

Çeteyên PDK’ê di şeva 28-29’ê tebaxa 2021’an li Xelîfanê, li ser Çemê Zê êrîşî 7 gerîlayên HPG’ê kirin û di encama vê êrîşê de 5 gerîla şehîd bûn. Yek ji van şehîdan jî Serdem Cûdî (Yûsif Îbrahîm) bû. Kekê Serdem Cûdî Yûsif Îbrahîm û xwişka wî Gulçîn Îbrahîm derbarê mijarê de axivîn.

Yûsif Îbrahîm diyar kir ku gerîla rûmeta gelê kurd diparêze û wiha axivî: “Eger gerîla nebûya wê rûmeta gelê kurd bihata binpêkirin. Gerîla ji bo gelê xwe canê xwe feda dike. Gelê kurd ê ku dewleta tirk jê re got, ‘me beton li ser rijand’ ji nû ve rakir ser piyan. Gerîla nebûya gelê me jî nedima. Gerîla li dijî dijminê ku mirovahiyê nas nake, bi rengekî hovane êrîş dike li çiyê birçî, tî, bêxew dimîne û şerê nasnameya gel dike.”

Yûsif Îbrahîm destnîşan kir ku dîroka PDK’ê bi rûpelên qirêj dagirtî ye û wiha domand: “Xiyaneta PDK’ê ne tenê ya rojên dawî ye, demeke dirêj e dewam dike. Hevalê Serdem û hevrêyên wî li Xelîfanê bi destê PDK’ê şehîd ketin. PDK dijminê gelê kurd e. Haya gelê kurd ji xiyaneta PDK’ê heye. Xiyaneta wan eşkere bûye. Eger PDK nebûya dewleta Tirk nikarîbû gaveke bi tenê jî li Başûrê Kurdistanê biavêje.”

Yûsif Îbrahîm bi bîr xist ku wan li ber Deriyê Sînor ê Sêmalka kon vedan, 111 rojan ji PDK’ê xwestin ku cenazeyên şehîd Serdem û hevrêyên wî radestî wan bike û wiha bi dawî kir: “Guh nedan bang û daxwaza me. Em cenazeyên şehîdên xwe dixwazin. Em dixwazin zanibin bê şehîdên me xistine ku derê. 111 rojan em bêbersiv hatin hiştin. Me nekarî cenazeyên xwe werbigirin. Em zanin ku cenazeyên şehîdên me di destê PDK’ê de ne. Eger ji xwe re dibêje ku kurd e, divê cenazeyên me teslîm bike.”

Gulçîn Îbrahîm êrîşên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê têne kirin şermezar kir û wiha got: “Bi destê kurdan ewladên kurdan qetil dikin. Birayê min Serdem bi destê PDK’ê şehîd ket. Me cenazeyê birayê min xwestin, hîn jî em dixwazin. Me dixwest Serdemê xwe li şehîdgehê bi hevrêyên wî re ber bi rêwîtiya bêdawî oxir bikin. Li gel hewldanên me jî cenazeyê şehîdê me nedan. Dijminê herî mezin ê gelê kurd PDK ye. Dide pêşiya dewleta tirk û lehengên kurdan şehîd dixe. Ya ku dilê me dişewitîne şehîdbûna Serdem nîne. Serdem bi rûmeta xwe ji bo azadiya gelê xwe şer kir, fedakarî kir. Lê belê ji ber ku bi destê yên ku ji xwe re dibêjin kurd in şehîd hate xistin, ku vê yekê dilê me êşand.”

Gulçîn Îbrahîm bang li PDK’ê kir ku bi cidiyet tevbigere û daxwaza cenazeyê Serdem kir: “111 rojan em têkoşiyan, têkoşîna me hîn jî dewam dike. Me çalakiya kon pêk anîn. Tevlîbûnên girseyî pêk hatin, bang hatin kirin, lê belê deng ji PDK’ê nehat. Hîn jî rewşa heyî înkar dikin. Bila PDK bi vê zanibe, sal jî derbas bibin em ê cenazeyê Serdem werbigirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar