Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Malbat çûn serdanên gorên şehîdan

Li gelek bajarên başûrê Kurdistan û Tirkiyeyê welatî piştî nimêja cejnê çûn serdanan gorên kesên di rêya azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane

Li bajarên Kurdistinê û Tirkiyeyê welatî piştî nimêja cejnê çûn serdana goristanan. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sîvîl, siyasetmedarên kurd û malbatan gorên kesên di pevçûn û têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan ziyaret kirin, dua û heviyên çareseriya demokratîk kirin. Di axaftinên li ser goristanan hatin kirin de, hat gotin ku kesên ji bo azadiya gelê kurd jiyana xwe ji dest da ne rûmeta wan in.

Li Şirnex, Wan û Colemêrgê gorên kesên di dema xwerêveberiyên xweser de jiyana xwe ji dest dan hatin ziyaret kirin. Li ser goran dua hatin kirin û kêliyên hestiyar hatin jiyîn. Piştî serdana goran siyasetmedar û nûnerên rêxistinên sîvîl cejna malbatan pîroz kirin. Malbat û siyasetmedaran hêviyên rojên azad û aştiyê kirin.

Piştî serdanên goran bernameyên pîrozkirina cejnê li avahiyên HDP’ê yên bajaran hatin lidarxistin û gelek welatî beşdarî bername bûn.

Li ser gorên zarokên xwe dia kirin

Li Stenbolê jî gorên kesên jiyana xwe di têkoşîna azadî û demokrasiyê de dayîn hatin ziyaretkirin. Dayikên kesên jiyana xwe dest dayîn, di saetên serê sibê çûn goristanan û gorên zarokên xwe ziyaret kirin. Malbatên çûn Goristanên Sûltangazî, Ihlamûrkoyu ya Umraniyê, Kanarya ya Kuçukçekmece û Kayabaşi ya Arnavûtkoyê, li ser gorên zarokên xwe dua kirin.

Li Taxa Gazî, gel li ber mala cemê kom bû û bi parlementerê HDP’ê Alî Kenanoglû û rêveberên ANYAKAY-DER re heya goristanê meşiyan. Girseyê di meşê de bênavber dirûşmên ‘Şehît namirin’, ‘Bijî berxwedana zindanan’ û ‘Girtiyên siyasî rûmeta me ne’ berza kirin.

Cejn cejna mezlûm û gelê kurd ên berxwedêr e

Nûnerê ANYAKAY-DER’ê Farûk Kaya, li goristanê axivî û wiha got: “Ev cejn, cejna mezlûman û gelê kurd ê li ber xwe dide ye. Ev cejn cejna kesên ji bo jiyanek bi rûmet û azad dijîn e. Em li vê derê cejna şehîdên xwe yên demokrasiyê û dayikên xwe pîroz dikin.”

Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Alî Kenanoglû piştî Kaya axîvî û bal kişand ser serkeftina çalakiyên greva birçîbûnê. Kenanoglû diyar kir ku çalakiyên greva birçîbûnê bû sedem ku ew du cejnan bi hevre bijîn û wiha got: “Em hemû êşên hatin jiyîn dizanin. Ji ber ku em bi hevre jiyan. Ji ber vê me dît ku têkoşîna bi biryar serkeftinê bi xwe tîne. Kes nikare vê serkeftinê asteng bike.”

Malbatan piştî axaftinan, li ser gorên zarokên xwe dua kirin û qûrnefîl danîn ser goran.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar