Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Salı - 1 Ekim 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Malbat dest ji lêgerîna xwe bernadin

Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan li Stenbol, Amed û Êlihê çalakiyên “Bila winda bên dîtin û kirydar bên darizandin” li darxistin. Di vê hefteyê jî xizmên windan daxwaza edaletê kirin û diyar kirin ku dê dest ji têkoşîna xwe bernedin

Dayikên Şemiyê, bi boneya aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin, di hefteya 751’emîn de dîsa xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin û çalakiya xwe ya şemiyê berdewam bikin. Lê carek din polîsan dayik asteng kirin û destûr nedan ku dayik li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin. Li ser astengiya polîsan Dayikan li kolana pêş ÎHD’a Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê. Dayikan vê hefteyê eqûbeta Mehmet Ertak ê 32 salî bavê 4 zarokan ku di 20’ê tebaxa 1992’yan de li Şirnexê di binê çavan de hat windakirin pirsîn.

Beriya daxuyaniyê dayika Murat Yildiz ku di bin çavan de hat windakirin Hanîfe Yildiz, bertek nîşanî polîsên ku kolan dorpêç kirin dan û wiha got: “Êdî bes e. We em kirin vê kolana teng û li vir jî heta ji destê we tê hûn cihê me teng dikin. Biçin paş.” Dayikan vê hefteyê di bin barana zêde de daxuyanî dan. Endama Komîsyona li Dijî Windahiyên di Binê Çavn de ya ÎHD’a Stenbolê Sebra Arcan daxuyanî xwend.

Mehmet Ertak li ku ye?

Arcan diyar kir ku Mehmet Ertak ê 32 salî û bavê 4 zarokan li gundê Rezuk ê Şirnexê dijiya û wiha got: “Mehmet li herêmê di kaneke madenê de dixebitî. Berê jî 2 caran hatibû binçavkirin û piştî îşkenceya giran hatibû berdan. Di 20 Tebaxa 1992’yan de, bi 3 xizmên xwe yên ku li heman kargehê dixebitîn re ji bo biçe malê derket rê. Wesayita ku siwarê wê bûn ji aliyê polîsên fermî ve hat rawestandin. Piştî kontrola nasnameyê Mehmet Ertak gitin bin çavan û birin Mudriyeta Emniyetê ya Şirnexê.”

Şahid hene

Arcan diyar kir ku Mehmet bi 3 xizmên xwe re hat binçavkirin, 6 kesî jî diyar kir ku bûne şahidê îşkencekirina Mehemet û ev tişt got: “Bav Îsmaîl Ertak serî li dozgeriyê da. Şahidan tiştê dîtin ji dozgeriyê re vegotin. Bûyer bi pêşnûmepirsê birin meclisê. Lê hemû serlêdanên malbatê bê encam man û binçavkirina Mehmet Ertak qebûl nekirin. Personelê Jîtemê Murat Îpek ku bi fermana Mudurê Emniyetê wekî personelê lêpirsînê wê demê dixebitî di îtîrafa xwe ya 1997’an de diyar kir ku wan ‘ Mehmeta Ertak bi fermana Mudurê Emniyetê yê Şirnexê Necatî Altuntaş û Mudrê Şaxa Têkoşîna bi Terorê re Mehmet Kaplan kutine û defin kirine.’ Herwiha heman kesî diyar kir ku hemû înfaz bi agahiya Waliyê OHAL’ê Unal Erkan ê wê demê hatine kirin.”

Arcan di axafitna xwe de diyar kir ku ew careke din dibêjin ji kuştina Mehmeta Ertak Mudurê Emniyetê yê Şirnexê Necatî Atuntaş, Mudurê Têkolîna bi Terorê re Mehmet Kaplan, Fermandarê Tugaya Şirnexê Mete Sayar û waliyê OHAL’ê Unal Erkan berpirsiyar in.

Heta kujer bên darizandin dê têbikoşin

Arcan diyar kir ku ew dest ji têkoşîna xwe ya ji bo lêgerîna Mehmet berndin û wiha got: “Çend sal derbas dibin bila derbas bin heta ku kujerên Mehmeta Ertak neyên darizandin em dest ji têkoşîna xwe bernadin.”

Li Amed û Êlihê jî çalakî

Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yên Amed û Êlihê bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiyên xwe îro jî li avahiyên ÎHD’ê berdewam kirin.

Xizmên windayan û endamên ÎHD’ê yên Amedê bi boneya “Winda bên dîtin û faîl bên darizandin” di hefteya 549’an de li ÎHD’a Amedê kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Ji ber ku Walîtiyê Parka Koşuyolu qedexe kiriye, malbat çalakiyên xwe li ÎHD’a Amedê berdewam dikin. Xizmên windayan dîsa pankartên ku wêneyên zarokên wan li ser heye û “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” nivîsandibûn vekirin û wêneyên windayan hembêz kirin. Parazvanên mafên mirovan û xizmên windayan amade bûn.

Di çalakiyêde Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê ya Amedê Adnan Orhan çûroka Keya Mehmet Gunkan ê di sala 1994’an de li Gundê Horselê yê Navçeya Hênê ya Amedê hat binçavkirin û windakirin xwend. Orhan anî ziman ku li gorî gotina kurê Mehmet Gunkan Heybet Gunkan; “Piştî li Lice operasyon derketiye, eskeran hemû zilam li tenişta Çemê Dîcle kom kirine. Cilê wan derxistine û li ser xîzê dirêj kirye. Li ser xîza germ îşkence li gundiyan kiriye. Gunkan wê deme 6-7 rojan di bin çavan de ma û piştre hat berdan. Gunkan, piştî hat berdan, eskerên Karakolê bang li wî kirin û piştî çû Karakolê carek din derneket. Tevî hemû hewldanên malbatê hêj nehatiye dîtin.”

Xizmên windayan û ÎHD’a Êlihê jî ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin li ÎHD’ê di hefteya 455’an de kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Xizmên windayan li vir jî pankarta ku wêneyên windayan li ser heye vekirin û xwestin winda bên dîtin û kujer bên darizandin. Di çalakiyê de Rêveberê ÎHD’a yê Êlihê Mehmet Zekî Tanguner diyar kir ku heta aqûbeta windayan diyar bibe û hesap bê pirsîn wê têkoşîna xwe berdewam bikin. Tanguher, anî ziman ku  455 hefte ne bi israr aqûbata windayan dipirsîn û heta bigêjin heqîqetê wê têkoşîna xwe berdewam bikin. Tanguner, xwest her kes ji bo edalet û heqîqetê tev li têkoşînê bibin û têkoşînê xurt bikin.

Tanguher, piştre çîroka Mehmet Emîn Çelîk ê di 28’ê Tebaxa 1994’an de li Kozluk a Êlihê hat kuştin pirsî.

Tanguner, diyar kir ku M. Emin Çelik û Mehdi Çelik li mala lê mêvan bûn dema derketin derve, 15 metre dûrî malê li ser Mehmet Emin Çelîk gule hatin reşandin û Mehdi Çelik jî ji ber tarî bû reviya ye.

Çalakiyên li Amed û Êlihê bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bûn.

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar