Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê bi boneya hevdîtinê pêk bînin bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan, Mazlûm Dînç bi boneya hevdîtinê bi Ocalan re bikin bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Malbatên girtî Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş ên li Îmraliyê li gel Ocalan tên ragirtin jî bi rêya parêzeran serî li Serozgeriya Komarê ya Bursayê dan. STENBOL