Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên li Îmraliyê, ji bo hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan Mazlum Dînç ji bo ku roja duşemê biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Birayê girtî Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Emîn Konar û xwişka Veysîl Aktaş Melîha Çetîn û keça Çetîn Eylem Çetîn jî bi heman armancê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Malbat herî dawî di 5’ê Hezîran û 12’ê Tebaxa 2019’an de, çûbûn hevdîtina xizmên xwe. STENBOL