Mehmet Ocalan ê ku birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e tevî wasiyê wî Mazlum Dînç, Alî Konar ê ku birayê Omer Hayrî Konar e, Polat Yildirim ê ku birayê Hamîlî Yildirim e û Melîhe Çetîn a ku xwîşka Veysî Aktaş e, ji bo ku roja Duşemê de hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
aMalbatan her wiha bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, serî li Midûriyeta Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê jî dan.