Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Malbat li Gebzeyê çalakiya xwe didomînin

Malbatên girtiyan ên zarokên wan li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, bi armanca piştevaniya zarokên xwe nobeta xwe ya li ber Girtîgeha Gebze berdemaw dikin. Malbatan diyar kirin ku ji bo cenaze ji girtîgehan derneven li vir di nobetê de ne

Çalakiya bi hezaran girtiyên siyasî ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike. Malbat jî ji bo piştgiriyê bidin çalakiya zarokên xwe li ber girtîgehan nobedê digirin. Malbatên ku di 9’ê nîsanê de li ber Girtîeha Tîpa M a Gemze dest bi grevê kirin, tevî hemû astengî û zextan çalakiya xwe berdewam dikin. Malbat di roja 6’emîn de çalakiya xwe berdewam dikin. Malbat îro dîsa rastî astengiya polîsan hatin. Malbatên rastî tundî û neheqiya polîsan hatin diyar kirin ku heta daxwazên zarokên wan pêk bê dê çalakiya xwe berdewam bikin.

Yek ji dayikên li ber Girtîgeha Gebze Nobetê digirin Cemîle Aydin, bertek nîşanî helwesta polîsan da û wiha got: “Em ji bo piştevaniya zarokên xwe di grevê de ne. Em ji bo zarokên xwe li vir in. Em ne dikarin razên û ne dikarin xwarin bixwîn. Heta niha 7 cenaze ji girtîgehan derket. Çawa  cenaze derdikevin bi şev bi lez û beş defin dikin û destûr nadin şîna wan jî dîtin. Ev çawa mislimanî ye. Bi rojan e em li vir in. Destûr nadin em li vir rûnên.”

Dayika Nihat Ekmez Fehîme Ekmez jî diyar kir ku ew ji zarokên xwe ne çêtir in û wiha got: “Ma em ji zarokên xwe pir baştir in? Dema zarokên me li girtîgehê birçî bin em nikarin xwarin bixwin. Em ji bo zarokên xwe li vir in. Ji bo kes nemirin û cenaze dernekevin em li vir in.”

Sabîha Bozan jî anî ziman ku kezeba wan dişewite û wiha got: “Zarokên me bi mehan in di grevê de ne. Em dayik in. Em jin in û dayikên vî welatî ne. Em daxwaz dikin ku tecrîda li ser gelê me rakin. Em dixwazin gavekê bavêjin. Bila parêzer û malbata Ocalan biçin hevdîtin bikin. Bila tecrîdê rakin ku zarokên me jî dest ji çalakiya grevê berdin. Em tiştekî naxwazin. Hefteyek e em li ser van kolanan nobetê digirin. Heta niha gavek ji bo daxazên girtîyan neavêtine. Derdê me aştiya vî welatî ye. Mafê mirovan çiye em mafê xwe yê mirovî dixwazin. Em heq, hiqûq û edaletê dixwazin. Ev welat ne tenê malê kesekî ye. Ev welat, axa hemû gelên li Tirkiye dijî ye. Em carek din bang dikin ku vê tcrîdê rakin. Bila tecrîdê rakin ku zarokên me jî dest ji tecrîdê berdin.”

Dest ji çalakiyê bernadin

Cemîle Çiftçî ku 23 salin birayê wê di girtîgehê de ye jî wiha got: “Ji bo parêzer û malbat bi Ocalan re hevdîtin pêk bînin em li vir di çalakiyê de ne. Heta ku tecrîd bi dawî nebe em dest ji vê çalakiyê bernadin. Heta tecrîd bi dawî nebe em dawî li çalakiya nobetê nînin. Li gelan zilmê dikin. Em maf û hiqûqa xwe dixwazin:”

Malbatên ku di nobetê de piştre li avahiya HDP’ê Gebze daxuyanî da çapemeniyê. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar