Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û vasiyê wî Mazlum Dînç, bi boneya di 20-24’ê nîsanê de biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Ji malbatên girtiyên din birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn jî bi heman boneyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Parêzerên Ocalan, Abdullah Ocalan Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî, Mazlum Dinç û Nevroz Uysal jî ji bo ku di 20-24’ê nîsanê de bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. STENBOL