Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Parêzer, malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi mebesta hevdîtina bi Ocalan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Parêzer, malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi mebesta hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlum Dînç û malbatên Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bi daxwaza hevdîtinê serlêdan kirin.

Di heman demê de parêzer her hefteyê di roja pêncşemê de serlêdana hevdîtinê dikin lê belê ji ber ku duh betlaneya fermî bû, serlêdana xwe ya ji bo hevdîtinê îro kirin. Di vê çarçoveyê de parêzerên Ocalan, Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Emran Emekçî bi daxwaza hevdîtina bi miwekîlên xwe re serlêdan kirin.

Dadgeriya Înfazê ya Bursayê di 12’ê cotmeha sala 2021’an de ji bo 6 mehan cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re dabû Ocalan. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî di 22’yê mijdara sala 2021’an de bi daxwaza “hevdîtina lezgîn” a bi miwekîlên xwe Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan. Piştî bersivandina vê serlêdanê parêzer pê hesiyan ku biryara qedexeyê hatiye dayîn.

Biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ku di 12’ê cotmehê de hatibû dayîn, di 22’yê nîsanê de bi dawî bû. Li ser vê yekê parêzeran bi mebesta hevdîtinê gelek caran serlêdan kirin lê tu bersiv nehatin dayîn. Parêzeran vêcarê jî di 29’ê nîsanê de bi daxwaza hevdîtinê dîsa serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan herî dawî di 25’ê adara sala 2021’an de bi birayê xwe re li ser telefonê hevdîtin kir. Lê axaftin di nîviyê de hatibû qutkirin. Her wiha parêzerên Ocalan jî herî dawî di 7’ê tebaxa sala 2019’an de bi miwekîlê xwe re hevdîtin kiribûn.

Cezayê disiplînê yê 3 mehan

Di heman demê de Serokatiya Lijneya Disiplînê di 3’yê sibata 2022’yan de cezayê qedexeya hevdîtina bi malbatê re ya ji bo 3 mehan dabû Ocalan û ev biryar di 21’ê sibatê de teqez bûbû. Ji bo ku hemû astengiyên derhiqûqî yên li pêşiya hevdîtina bi malbata re bên rakirin û hevdîtin çêbibin, parêzerên Ocalan di 28’ê adarê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan. Piştî ku ev serlêdan hatiye redkirin parêzer pê hesiyan ku biryara qedexeya hevdîtinê ya 3 mehan hatiye dayîn.

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar