Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Malbata Barzanî bi serweta xwe ya zirecêb di rojevê de ye

Li başûrê Kurdistanê ku çavkaniyên xwezayî bi rêya şîrketên malbatî têne firotin û xwedî aboriyeke çewt e, ku bi para ji hikûmeta navendî tê hatiye avakirin û xwe naspêre hilberînê, aktorên girîng ên malbata Barzanî bi serweta xwe di rojevê de ne

Ji ber rêveberiya otorîter, bêkarî, xizanî û bêparmayina ji vîzyona paşerojê, xelkê başûrê Kurdistanê 30 sal in di nava trajediya paşdemayinê de hatiye hiştin, ku gelekan ji wan koç kirin.

Razemeniyek li ser hilberînê nayê kirin. Xwendekarên zanîngehê ji bo dermale (bûrs) ên 7 sal in nayên dayîn, li dijî şert û mercên neyînî yên nayên guhertin bi mehan in li gel êrîş û binçavkirinan jî xwepêşandanan dikin. Maeş bi rêk û pêk nayên dayîn.

Lê li aliyê din jî malbata Barzanî bi qasî mîrnişînên Kendavê di nava jiyaneke kêf û xweşiyê de ye. Ji serokatiyê heta parastinê, ji serokwezaretiyê heta îstîxbaratê, ji rêveberiya aboriyê heta asayîşê her qad di destê malbata Barzanî de ye. Hin kesên ji vê malbatê ku qîma xwe bi mal û milkên xwe yên li Kurdistanê nîne, ji Dubai heta Beverly Hillsê, ji Stenbolê heta Londonê gelek mal û milk kirîne û xwedî gelek pereyan e.

Herî dawî rojnamegerê lêkolîner ê DYE’yê Zack Kopplin, çar milkên veşartî yên birayên Barzanî Mesrûr û Mûksî yên li Amerîkayê bi belgeyan kifş kir. Her wiha got ku ev milkên ku buhayê xwe 75 milyon dolar in, beşeke biçûk a serweta Barzaniyan e.

Rojnameger Zack Kopplin ku li ser nelirêtiya li Iraqê nêzî çar sal in lêkolînê dike, gotara xwe ya bi navê ‘Cowboyo Drugstore (Dermanfiroşiya Kovboy)’ ku weke parçeyek ji vê lêkolînê amade kir, li malpera prospect.org weşand.

Kopplin, malîkxaneyên li Kaliforniya û Virginiayê jî di nav de çar milkên veşartî yên bi buhayê 75 milyon dolarî kifş kir. Kopplin diyar kir ku ji çavkaniya pere heta bi trasferkirinê û rê û rêbazên bidestxistina van milkan, sûc hatiye kirin.

Avahiya serokwezîr Mesrûr

Kopplin ku ji gotara xwe tê fêhmkirin, têkildarî karakterê rejîmê û rewşa li başûrê Kurdistanê bi têra xwe xwedî agahiyan e, destpêkê balê dikişîne ser avahiya (CVC) a li herêma South Beach a Miami. Buhayê vê avahiya 18.3 milyon dolar e. Ya ku avahî sala 2019’an kirî, şîrketa emlaqê KLNB ya li Virginia ye. Halbûkî şîrketa ku tu eleqeya xwe bi vî karî re nîne, ne xwediyê avahiyê ye. Şîrketa ku kiriye şîrketeke paravan e. Di belgeyên damezrandinê yên şaxê Florida de tê destnîşankirin ku xwediyê rastî yê avahiyê Mesrûr Barzanî ye. Kopplin dibêje, eger şaşitiyeke buroyê nebûya, nav wê nehatibûya kifşkirin.

Kopplin balê dikişîne ser serweta mezin a li ser petrolê û karên nelirê hatiye bidestxistin û bi bîr dixîne ku şîrketeke veşartî ya ser bi birayên Barzanî li Kurdistanê xwedî razemeniyeke neguhêzbar a ji 1.27 milyar dolarî ye.

Bi nirxê 75 milyon dolarî

Kopplin her wiha balê dikişîne ser daneyên qeydên milkan ên Dubayî ku li ser milkên li kompleksa Burj Khalifa û li yek ji giravên çêkirî yên bajêr (Palm Jumeirah) ên ser bi malbata qraliyetê ya Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî û bi bîr dixîne ku di nava van daneyan de navê Barzaniyan jî derbas dibe. Li gorî Kopplin malîkxaneyên li California û Virginiayê jî di nav de Barzanî xwedî milkê veşartî yê gelekî mezin heye ku dema li Amerîkayê hewl didan pereyan veşêrin çar caran hatin girtin. Malbata Barzanî tenê ji bo van çar milkan 75 milyon dolar daye. Diyar e ev razemenî beşeke biçûk a mal û milkên veşartî yên malbata Barzanî ya li Amerîkayê ye. HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar