Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Malbata Barzanî xwe difiroşe bi erzanî

Li şûna Barzanî divê mirov bibêje Erzanî. Ji dirokê heta niha hemû partiyên hatine avakirin, ji bo pêşengiya fikrekê bikin, pêşengiya gel bikin û pirsgirêkên gel çareser bikin hatine avakirin. Bêtir ji bo armancên polîtîk û civakî hatine avakirin. Mînaka herî berbiçav jî Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ye. PKK beriya bê avakirin bi fikra “Kurdistan Mêtîngeh e” derket rê. Ji bo Kurdistanê ji rewşa mêtîngehiyê rizgar bike û gelê kurd bike xwedî nasname û statu derket rê. Kadroyên PKK’ê di xizmeta vê fikrê de canê xwe dan û bi şev û roj xebitîn. Ji komek biçûk bûn hezar û îro gel li PKK’ê xwedî derdikeve. Ji bo gel bibe xwedî nasname û vîn bi deh hezaran endamên PKK’ê canê xwe dan vê dozê. Ne tenê ji bo parçeyekî, ji bo çar parçeyan têdikoşe. Lê niha dema em li tevgera PDK’ê dinerin cuda ye. Di destpêkê de nûnertiya gelê Başûr dikir. Gelê Başûr li PDK’ê xwedî derdiket. Piştî ku PDK pişta xwe da Amerîka û Tirkiyeyê hêdî hêdî reng û ruyê wê guherî. Her ku sal derbas bû bêtir bû partiya eşîrî û malbatî. Niha bûye pariya malbata Barzanî. Ji ber ku PDK bi salan e tenê ji aliyê malbata Barzanî/Erzanî ve tê rêvebirin.

Sal bi sal partî ket deste malbata Barzanî. Malbata Barzanî PDK xist xizmeta malbata xwe û li gorî berjewendiyên xwe partî bi rêve bir. Heta ji berjewendiyên xwe zêdetir xist xizmeta berjewendiyên Tirkiye û DYA’yê.

Heta niha gelek caran rêveberên PDK’ê li ser navê hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê hatin Tirkiyeyê. Lê di dîmen û wêneyên ku derketin holê de mirov dibîne ku wekî walî ango qeymeqamekî Tirkiyeyê bi serokomar an jî serokwezîrên Tirkiyeyê re rûniştiye. Her çend di şekil de wekî hevdîtinên fermî û li gorî protokolekê pêk tên jî; lê di wêneyan û encama hevdîtinê de em dibînin ku rayedarên Tirkiyeyê fermanê didin wan û ew jî vê fermanê pêk tînin. Em dibînin ku tu nûnertiya wan a Kurdistanê tune. Tu nûnertiya wan a Hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê tune. Ji ber ku li pişta rayedarên Tirkiyeyê ala tirk heye. Lê li pişt endamên malbata Barzanî jî ala tirk heye. Li şûna ala Kurdistanê hebe, ala tirk heye. Ev nîşan dide ku wekî karmendekî tirk  hatiye pêşwazîkirin. Di şexsê xwe de vîna gelê kurd û Kurdistanê tune dikin. Di şexsê xwe de nirxên Kurdistanê erzan dikin. Di şexsê xwe de ala Kurdistanê înkar dikin.

PDK û malbata Barzanî ji erzankirina nirxên Kurdistanê zêdetir, êdî nirxên Kurdistanê pêşkêşî Tirkiyeyê dike. Deriyê sînoran Herêma Federe ya Kurdistanê li artêşa tirk vekiriye. Tenê derî venakir. Hem derî vekir, hem jî bi artêşa tirk re êrîşî PKK’ê dike. Piştî ku derî vekir, niha gundên xwe vala dike û hêzên çekdar ên biyanî lê bi cih dike. Ji 23’ê nîsana 2021’ê heta niha di nava salekê de bi sadan gundên herêma Duhok, Zaxo û Metîna hatin valakirin. Bi sedan barageh û qereqolên artêşa tirk di nava sînorên Herêma Federe a Kurdistanê de hatine avakirin. Avakirina baregehên artêşa tirk, bicîhkirina sîxurên MÎT’ê ya li Duhok, Hewler û bajarên din û valakirina gundan nîşanî me dide ku PDK axa başûrê Kurdistanê pêşkêşî Tirkiyeyê kiriye. Dixwaze di 100 saliya Lozanê de axa Başûr bi Tirkiyeyê ve girê bide. Axa ku wekî zîv û zêr, wekî bihiştê bi erzanî pêşkêşî Tirkiyeyê dike û li şûna wê li Amerîka û Dubaiyê bi milyon dolaran şîrket, mal û milk dikire. Mûçeyên karmendên xwe nade. Lê her meh bi rêk û pêk muçe dide pêşmergeyên roj û yên korsan.

Hemû partiyên kurdan, hemû gelê kurd êdî vê rastiya PDK’ê û malbata Barzanî/Erzanî dizanin. Hemû partiyên kurdan û gelê kurd dibînin ku Malbata Barzanî ji bo berjewendiyên malbatî axa Kurdistanê bi erzanî difiroşe û nirxên gelê kurd binpê dike. Dema vê yekê dike jî, xwe wekî nûnerê gel û partiya gel nîşan dide. Lê bêyî ku fikr û pêşniyarên gel bistîne ve yekê dike. Li Başûr dema gel nerazibûnê nîşanî vê helwesta PDK’ê û malbata Barzanî didin jî tên girtin û cezakirin. Îro bi sedan ciwanên kurd ên Başûr ji ber bertek û nerazibûnên xwe anîn ziman hatin girtin û cezakirin. Êdî divê hemû partiyên kurdan û gelê kurd ên çar parçeyên Kurdistanê destûr nedin ku PDK û malbata Barzanî îxanetê li nirxên gel û Kurdistanê bike. Divê li dijî vê yekê sekn û helwestek tund nîşan bidin. Bi taybetî kurdên Başûr dema helwesta xwe nîşan nedin, dê sibê mal û xaniyên wan jî bên firotin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar