Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Malbata Barzaniyan her tim bûye destikê destê dijminên gelê kurd’

Li ser malbata Barzaniyan Siyasetmedarê Kurd û Sekreterê Berê yê Hîzba Şîw’î ya Kurdistanê Behadîn Nûrî di bîranînên xwe de wiha dibêje: “Malbata Mela Mistefa, ji bilî destikbûna dezgehên îstixbaratê tiştekî din nîn e. Aşbetaliya 1975’an bi fûtika şah û dezgeha wî ya sîxuriyê SAVAK’ê bû û referandûma 2017’an ku bi fûtika MÎT’a tirk bû û zerar û ziyaneke mezin da gelê kurd."

Behadîn Nûrî (1927-2020) Sekreterê Berê yê Hîzba Şîw’î ya Kurdistanê di bîranînên xwe de ku bi navê Pirsa Kurd û Ezmûna Kurdistana Iraqê nivîsiye, behs dike bê ka çawa Mela Mistefa Barzanî li dijî hikûmeta Ebdulkerîm Qasim hevkariya Beesê kiriye. Tevî vê yekê, di bîranînên xwe de behsa Aşbetalî û sedemên wê jî dike.

Behadîn Nûrî ciwanekî welatparêz ê navçeya Qeredaxê ye. Piştî ku diçe Bexdayê ji bo xebata di nav Hîzba Şîw’î ya Iraqê de, di sala 1949’an de di temenê xwe yê 22 salî de dibe sekreterê vê partiyê û heta sala 1953’yan wek sekreterê vê partiyê dimîne û yekemîn sekreterê vê partiyê ye ku mafên gelê kurd ên rewa û serxwebûna gelê kurd dixe bernameya vê partiyê. Ji ber ku salên dirêj di navenda biryarê ya vê partiyê de bûye, li ser bûyerên wê demê gelek agahiyên wî hene û di bîranînên xwe de behsa wan dike.

‘Çekhilgirtina Barzaniyan karê emperyalîzmê bû’

Behadîn Nûrî di beşeke bîranînên xwe de behsa wê yekê dike ku çawa piştî serkeftina şoreşa 14’ê Tîrmehê, Mela Mistefa ji Yekîtiya Sovyetê vegeriyaye Iraqê ku berê jê reviyabû. Piştî vegera xwe jî destpêkê dest bi wesf û pesnê Ebdulkerîm Qasim kir û paşê jî dest bi tevger û komplo û çekhilgirtinê kir li dijî wî. Behadîn Nûrî wiha behsa vê rewşê dike, “Di sala 1961’ê de bûyerek çêbû ku bandoreke kûr li ser Iraqê bi giştî û li ser Kurdistanê bi taybetî hişt; ew jî çekhilgirtina PDK’yê bû li dijî hikûmeta Ebdulkerîm Qasim ku sê sal temenê wê hebû. Heta niha min biryareke serkirdayetiya PDK’yê nedîtiye ji bo destpêkirina xebata çekdarî ku armancek li pişt wê hebe. Serokê eşîra Ako, Ebas Mamend gotibû, ‘Me ji bo tirsandina hikûmetê xirecireke wisa çêkiribû da ku dest ji dabeşkirina erdan berde, PDK hat û ev yek kir şoreşa xwe.’ Fikra min a şexsî ew e ku dezgeha îstixbaratê ya Îngilistanê, ku zerermendê yekem ê şoreşa 14’ê Tîrmehê bûn, karî PDK’yê ji bo lawazkirin û rûxandina şoreşa 14’ê Tîrmehê bi kar bîne; ev yek jî bi darbeya 8’ê Sibata 1963’yan hate cîbicîkirin. Amerîka û Îngilistan û Cemal Ebdulnasir li pişt wê darbeyê bûn. Armanca sereke ya emperyalîzmê ew bû ku darbeyekê li tevgera komînîst bide. Lê belê eger Mela Mistefa qebûl nekira, ev proje bi ser nediket. Ez xebata çekdarî ya li dijî Ebdulkerîm Qasim şaş dibînim, çinku ji destpêka damezrandina dewleta Iraqê ji sala 1920’î ve tu serokwezîrekî Iraqê bêyî rizamendiya Îngilistanê nehatiye danîn. Lê belê Qasim ew rewş berovajî kir û Iraq ji emperyalîzmê rizgar kir. Ji bo cara yekem hikûmeteke niştimanî ya paqij hate damezrandin. Iraq ji hevpeymaniya Bexdayê, ku dûvika NATO’yê bû, derxist. Ebdulkerîm Qasim çaksaziya çandiniyê derxist û derebegtî hilweşand. Makezagoneke demkî danî ku prensîba hevpariya kurd û ereban tê de hebû. Avahî ji bo parlamentoyê ava kir. Ev çekhilgirtina Barzaniyan karê emperyalîzmê bû li dijî Ebdulkerîm Qasim, şaşiyeke dîrokî ya stratejîk bû ku bandora wê heta niha jî li ser Iraqê tê dîtin. Tenê bi kêrî berjewendiyên emperyalîzma Amerîkî û Brîtanî hat.

‘Malbata Barzaniyan her tim bûye destikê destê dijminên gelê kurd’

Behadîn Nûrî di beşeke din a bîranînên xwe de qala têkiliyên Mela Mistefa û Beesê dike û dibêje ku ev têkilî sedema sereke ya jinavbirina hikûmeta Ebdulkerîm Qasim bûn. Ev yek jî wê gotina li ser malbata Barzanî piştrast dike ku dibêje malbata Barzanî tu wextê xwedî doza neteweyî û nîştimanî nebûne, berovajî vê yekê her tim destikê destê dezgehên îstixbaratê yên herêmî û navneteweyî bûne. Der heqê têkiliyên Mela Mistefa Barzanî û Beesê de Behadîn Nûrî wiha dibêje, “Hevkariyên PDK’yê yên li dijî dijminên Ebdulkerîm Qasim sûdeke mezin da darbekerên Beesî û emperylîst serkeftî bûn. Gelê kurd jî, ji vê hevpeymaniya PDK û Beesê sûdek bi dest nexist, berovajî vê çendê gelek zerar da gelê kurd. Di serdema Beesiyan de rewşa kurdan ji serdema Ebdulkerîm Qasim gelek xerabtir lê hat. Beesiyan di destpêkê de soz û peymanên derewîn dan PDK’yê. Lê belê tiştek bi dest neket, kenê xwe bi wan dikir. Lewma çawa ku destpêkirina xebata çekdarî şaşiyeke stratejîk a mezin bû, hevkariya li gel darbekerên sala 1963’yan jî şaşiyeke mezin bû, di dawiyê de bi zerara gelê kurd bû.”

Aşbetaliya Mistefa Barzanî bû sebeba qirkirina kurdan

Gelê kurd piştî ketina hikûmeta Ebdulkerîm Qasim ji ber Beesiyan rastî tengasî û kuştin û birîneke zêde hat. Mela Mistefa Barzanî sedema sereke bû. Lewma piştî darbeyê heta Beyannameya 11’ê Adarê rewşa gelê kurd gelek xerabtir lê hat ji serdema Ebdulkerîm Qasim. Behadîn Nûrî ji Beyannameya 11’ê Adarê heta aşbetaliya 1975’an behsa wê qonaxê dike û dibêje, “Endazyarê sereke yê projeya otonomiyê li ser destê Sekreterê Hizba Şîw’î û kesayetê kurd Ezîz Mehmûd bû. Lê belê ew proje bi felc ji dayik bû. Têkiliyên Barzanî û Sedam her ku diçû xerabtir dibû û nêzîkî şer dibûn. Di wê demê de ciwanên kurd li bajar û bajarokan pol pol bajarên xwe terk dikirin û ji bo têkoşînê diçûn derve. Di sala 1974’an de şer dest pê kir û nêzîkî 150 hezar kes çûn nav sengeran yan jî li derdora sengeran bûn. Bi dirêjiya dîroka gelê kurd a kevn û nû hêzeke çekdarî ya wiha mezin kom nebûbû. Şer li Kurdistanê germ bû, çekdarên kurd bi moraleke bilind û bi baweriyeke xurt ber bi serkeftinê dimeşiyan û li ser serkeftinê diaxivîn. Di carekê de bû şîn û xeberê nexweş ji hemû quncên Kurdistanê re hat û gotin ku aşbetal.”

Psîkolojiya gelê kurd di aşbetaliyê de çawa bû?

Behadîn Nûrî behsa nîqaşên xelkê yên wê demê dike û wekî fîkmekî vedibêje ku xelkê li ser Aşbetaliyê çi gotiye, çawa bi bihîstina Aşbetaliyê şok bûne û gotine: “Axir bi wê hemû hêz û karînê çawa di nav çirkeyekê de aş hate betalkirin, ez dikim dîm bibim, min bibin dînxaneyê. Welle bira, birayekî min ê Şîw’î hebû, pir berê ji min re gotibû, ‘Hûn mixtarê xwe ne êdî, mixtarê we li Tehranê ye û mifteya wî jî di destê wî de ye, çi wext bixwaze derî digire.’ Ew gotina birayê min rast derket. Bi xwedê ev çeka ku min hilgirtiye, ez wê bernadim. Eger ez tenê bimînim jî, ez ê şer bikim li dijî ereban ji bo rizgarkirina kurd û Kurdistanê. Şaşî şaşiya me ye. Eger wisa nebûya, me ruhê xwe nedida destê şahê Îranê. Welle min ruhê xwe nedaye destê şahê Îranê. Min ruhê xwe daye destê Mela Mistefa Barzanî.”

Di dawiyê de em dikarin bibêjin ku malbata Mela Mistefa, ji bilî destikbûna dezgehên îstixbaratê tiştekî din nîn e. Aşbetaliya 1975’an bi fûtika şah û dezgeha wî ya sîxuriyê SAVAK’ê bû û referandûma 2017’an ku bi fûtika MÎT’a tirk bû û zerar û ziyaneke mezin da gelê kurd.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar