Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Malbata gerîla Altintaş piştî 25 salan cenazeyê kurê xwe dîtin

Malbata gerîlayê PKK’ê Burhan Altintaş, piştî 25 salan cenazeyê zarokê xwe dîtin. Cenaze di nava cenazeyên ku ji Goristana Xerzanê de hatibûn revandin de bû. Dayika Altintaş got ku piştî 25 salan gihişt kurê xwe. Mamê Altintaş jî diyar kir ku heke kurd yekitiya xwe ava nekin, dê hêj gelek caran goristanên wan bên bombebarankirin

Dewleta tirk di sala 2017’an de ji Goristana Xerzanê ya Bedlîsê 267 cenaze revandin û şandin Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê. Yek ji van cenazeyan jî yê Burhan Altintaş (Nûman Tetwan) bû. Piştî 2 salan cenazeyê Altintaş ji Goristana Bêkesan a Kîlyosê hate derxistin û radestî malbata wî hate kirin. Malbatê jî cenazeyê zarokê xwe li gundê Peyndas ê Bedlîsê veşart.

Altintaş di sala 1971’ê de li gundê Peyndas ê Tetwan a Bedlîsê ji dayik bû. Piştî gundê wan tê şewitandin jî di sala 1994’an de koçî Stenbolê bûn. Gava li Stenbolê leşkerî dikir jî tev li PKK’ê bû. Li gorî agahiya malbatê, di sala 1997’an de tevî sê hevalên xwe li Xerzanê ji hêla cerdevanan ve hate jehrîkirin û kuştin. Malbatê da zanîn ku 25 salan cenazeyê kurê xwe nedîtine. Piştî ku cenaze ji Goristana Xerzanê tên derxistin jî, malbat ji bo DNA’yê nimûne dane û bi vî awayî hestiyên kurê xwe dîtine.

‘Tu deverên ku ez li kurê xwe geriyam nemabûn’

Têkildarî mijarê endamên malbatê bi MA’yê re axivîn. Dayik Salîha Altintaş got ku ev 25 sal in kurê xwe nedîtiye û wiha domand: “Ji bo ku kurê xwe bibînim tu deverek nemabû ku neçûm. Piştî cenaze ji Goristana Xerzanê hatine derxistin û birine Stenbolê, ji bo DNA’yê çûm Stenbolê. 25 sal şûnde min kurê xwe dît. Min kurê xwe bi destê xwe anî gund û veşart. 25 sal şûnde gihiştim kurê xwe.”

‘Dixwazin dîroka me bidin jibîrkirin’

Mamê Altintaş, Alaattîn Altintaş jî bi lêv kir ku 3 meh piştî xwîndayînê cenaze wergirtine û wiha pê de çû: “Ji bo ku hestiyên zarokên xwe bibînin, em têkoşiyan. Hin kes dixwazin dîrok û paşeroja me bidin jibîrkirin. Lê em ê ji bîr nekin. Em ê xwedî lê derbikevin. Hestiyên zarokên me, mûyekê porê wan jî dê bibe paşeroş û çanda têkoşîna me. Dewlet bi zanebûn goran xera dike. Têkoşîna me dîroka me ye. Dê nekarin bîra me tune bikin.”

‘Ji bo ku cenazeyên me neyên tunekirin yekitî hewceye’

Herî dawî jî mam Altintaş wiha got: “Ji bo ku bûyerên bi vî awayî dubare nebin, hewcehî bi yekitiya gelê kurd heye. Ji bo yekitiyê çi hewce be divê bê kirin. Heta yekitî çênebe, heta em neyên ba hev û heta em bi hev re nefikirin dê ji bo me jiyanek nebe. Ger yekitiya me hebûya îro goristanên me nedihatin bombebarankirin. Ger yekitî çênebe dê bêhtir bên bombebarankirin, cenaze bên revandin û bîra me bê tunekirin. Lewma jî yekitî divê hebe. Ez bang li malbatên din jî dikim ku ji bo cenazeyan nimûneyê bidin.” BEDLÎS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar