Malbatên Ocalan û sê girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo dîtina xizmên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo çûyîna Îmraliyê, bi rêya parêzerên xwe di danê sibehê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji xizmên girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar ê bi navê Alî Konar û xwişka Veysî Aktaş a bi navê Sabîha Aslan jî bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. STENBOL