Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo hevdîtina bi xizmên xwe re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlum Dînç ji bo li Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinê bikin, bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Malbatên her sê girtiyên din ên bi navên Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Hêjayî bibîrxistinê ya ku malbatan herî dawî di 12’ê tebaxa 2019’an de li Îmraliyê hevdîtin pêk anîbûn. Ji 12’ê tebaxê ve jî serlêdanên malbatan tên redkirin. STENBOL