Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo hevdîtina bi xizmên xwe re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo hevdîtina bi Ocalan re bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Malbatên girtiyên bi navên Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ku li gel Ocalan dimînin jî ji bo hevdîtinê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Malbatan herî dawî di 12’ê tebaxê de li Îmraliyê hevdîtin pêk anîbûn. Ji 12’ê tebaxê ve hemû serlêdanên malbatan tên redkirin. STENBOL