Malbata Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Bi Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê dimînin, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan
Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, birayê wî Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan, Mazlum Dînç bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Di heman demê de malbatên 3 girtiyên li gel Ocalan dimînin jî, ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. Birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş a bi navê Sabîha Aktaş jî bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. STENBOL