Malbata Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê dimînin, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlum Dînç, ji bo biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bikin, bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Malbatên girtiyên bi navên Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş jî di heman demê de bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku malbatan herî dawî di 5’ê hezîranê û di 12’yê tebaxa îsal de bi xizmên xwe yên li Îmraliyê re hevdîtin kiribûn. STENBOL