Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlum Dînç ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlum Dînç ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Malbatên girtiyên din ên bi navên Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî bi heman boneyê bi rêya parêzeran serî li heman serdozgeriyê dan.
Malbatan herî dawî di 12’ê tebaxa 2019’an de hevdîtin kiribûn. Serlêdanên malbatan ji 12’ê tebaxê ve tên redkirin. STENBOL