Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Malbata Ozdemîr îtîrazî cezayê darvekirina gerîla Rêgeş kir

Bavê gerîlayê HPG’ê Rêgeş Abdurrahman Ozdemîr diyar kir ku wan îtîrazî cezayê darvekirinê ya li kurê wan hatiye birîn kirine û bertek nîşanî bêdengiya li dijî darvekirinan da.

Gerîlayê HPG’ê Rêgeş (Hatem Ozdemîr) 2’yê tîrmeha 2019’an li navçeya Makû ya bajarê Ûrmiyeyê ya li rojhilatê Kurdistanê dikeve kemîna pastarên Îranê. Di vê kemînê de gerîlayê HPG’ê Mazlûm Wan (Mucahît Çam) şehîd bû, gerîla Rêgeş (Ethem Ozdemîr) jî bi birîndarî ket destê rejîma Îranê. Gerîla Rêgeş 5 sal in di destê rejîma Îranê de ye. Dadgeha Îranê bi sûcdariya “îsyana biçekdarî ya li dijî dewletê” cezayê darvekirinê da gerîla Rêgeş. Cezayê hat birîn du sê hefte berê ji aliyê dadgeha bilind ve hat erêkirin. Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan derbarê mijarê de ev tişt anîbû ziman: “Em ne li bendê bûn ku dadgehên Îranê ev qas cezayê giran bide. Divê rayedarên dewleta Îranê vê biryara nerewa jinûve berçav derbas bikin. Her wiha ez dixwazim diyar bikim ku ji bo xwedî derketina li milîtanê hêja û ciwan heval Rêgeş divê raya giştî ya demokratîk bikeve dewrê, ev yek wezîfeyeke welatparêziyê ye.”
Piştî malbata Ozdemîr biryara cezayê darvekirinê bihîstin ketin nava liv û tevgerê. Malbata Ozdemîrçû Îranê û îtîrazî cezayê darvekirina gerîla Rêgeş kir. Bavê gerîla Rêgeş, Abdurrahman Ozdemîr ê li Agiriyê dijî bi bîr xist ku ew di 30’ê gulanê de li girtîgehê bi lawê xwe re hevdîtin kiriye. Ozdemîr anî ziman ku rewşa tenduristiya lawê wî baş e û bi hevalên xwe re li heman qawîşê dimîne. Ozdemîr da zanîn ku bi rêya parêzer li dijî cezayê darvekirinê ku li lawê wî hatiye birîn îtîrazî dadgehek bilindtir kirine û wiha got: “Ji ber ku lawê min kurd e ev biryar hat dayîn û ev biryarek kêfî ye. Em vê biryarê qebûl nakin. Tevî ku em di sedala 21’emîn de ne jî hê jî mirov tên darvekirin. Dinya li ber darvekirinên li Îranê bêdeng dimîne. Ev jî nayê qebûlkirin. Li dijî vî cezayê darvekirinê ku li lawê min hatiye birîn, di asta cîhanî de ez xwedîderketinek têrkirî nabînim.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar