Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

Malbata Şenyaşar 3 sal in li benda edaletê ye

Çalakiya nobetê ya malbata Şenyaşar a li ber Edliya Rihayê, mehekê xwe temam kir. Malbat 3 sal in li berda edaletê ye

Emîne  Şenyaşar a hevjîn û 2 kurên xwe di êrîşa parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz winda kirin, bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re çalakiya xwe ya nobeta ‘Edaletê’ ya li ber Edliya Rihayê dewam kir. Malbata Şenyaşar, mehek çalakiya xwe ya bi daxwaza ‘Edaletê’ temam kir. Polîsan bi hinceta “dîmenên derdora avahiya çemawerî girtin qedexeye”destûr nedan xebatkarên çapemeniyê dîmenên malbata Şenyaşar birin. Li ser mijarê Ferît Şenyaşar diyar kir ku 3 sal in lêgerîna wan a edaletê dewam dike.

Şenyaşar, anî ziman ku ew didomandina têkoşîna xwe ya ‘Edaletê’ de bi israr in û wiha got: “Bila hemû cîhan dengê me bibihîse. Serdozgeriya Rihayê û dozgerê dozê, guhê xwe li daxwaza me ya edaletê girtine. Naxwazin me bibihîzin. Daraza ku 3 sal in dibin kontrola siyasî de tê birêve birin, 37 sal cezayê girtîgehê da birayê min. Ev doz, doza hemû kesên bi wijdan in. Hemû kesên ku derve tên wan hene, divê şopdarê doza me bin. Hemû kesên dixwazin ji bo me bibin deng, em wan vedixwînin ber avahiya Edliya Rihayê.”

Dê edalet pêk bê

Şenyaşar behsa hevdîtina telefonê ya 2’yê Nîsanê bi birayê xwe Fadil Şenyaşar jî kiribû kir û axaftina wî ya di telefonê de wiha parve kir: “Min baweriya xwe ya edaletê winda nekiriye. Ez di wê baweriyê de me, ev biryar wê li îstînafê bê betalkirin û paşve bê şandin. Dereng be jî, teqez wê edalet pêk were.” RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar