Di 14’ê hezirana 2018’an de Îbrahîm Halîl Yildiz ku paşê bû parlamenterê AKP’ê û parêzker û xizmên wî di pêvajoya hilbijartinê de li navçeya Pirsûsê ya Riha êrîşî dikana malbata Şenyaşarê kiribû û Celal, Adil, Mehmet, Fadil û Ferît Şenyaşar birîndar kiribûn. Her 5 bira piştî ku birîndar bûbûn rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Lê êrîşa xizmên Yildiz ê AKP’î di nexweşxaneyê de jî berdewam kiribû. Di encama êrîşa li nexweşxaneyê de bav Hecî Esvet Şenyaşar ku ji bo zarokên xwe çûbû nexweşxaneyê jî di nav de Celal û Adil Şenyaşar bi awayekî hovanê hatibûn kuştin.
Di raporên otopsiyê de guleyên 6 çekên cuda di bedena Celal Şenyaşar de û 14 cihên cuda yên bedena Adil Şenyaşar bi amûrên birîner birîn bûbû û li 14 cihan birinên kûr hatibûn tespîtkirin. Di raporê de hatibû diyarkirin ku Adil Şenyaşar rastî lîncek mezin hatiye. Her wiha di bedena bav Hecî Esvet Şenyaşar de jî 7 birînên kujende û 23 birinên sivik hatibûn tespîtkirin.
Di dema komkujiya li nexweşxaneyê de waliyê Rihayê Abdullah Erîn, qeymeqamê Pirsûsê Tarik Açikgoz û Wezîrê Çandiniyê yê wê demê Ahmet Eşref Fakibaba jî li baxçeyê nexweşxaneyê bûn. Di dema bûyerê de kamerayên ewlehiyê jî ji hatibûn texrîbkirin û xwîna Esvet Şenyaşar ku li ser diwarên nexweşxaneyê bû demildest hatibû paqijkirin. Piştî bûyerê li Fadil Şenyeşar ku di dema êrîşan xwe parastibû, 37 sal ceza hatibû birîn. Fadil Şenyaşar 5 sal in di Girtîgeha Xarpetê, di hucreyeke yekkesî de ye.
Bûn navnîşana berxwedanê
Dayik Emîne Şenyaşar jî bi daxwaza edaletê tevî lawê xwe Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kiribû. Şenyaşar ku bi vê çalakiya xwe bûne navnîşana berxwedanê, roja duşemê dê 700 rojên wan temam bibe. Malbata Şenyaşar tevî sir û seqama zivistanê, germa havînê û 10 dozên li wan hatine vekirin jî bênavber çalakiya xwe didomînin. Di 100 hefte û 8 demsalên çalakiyê de 31 doz li malbata Şenyaşar hatine vekirin. Gotinên Emîne Şenyaşarê yên li dijî parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz wekî, “heqereta li karmendê giştî” û “heqeret”ê hatin hesibandin û ji ber vê derheqê wê de 10 dosye hatine vekirin.
Dayik Emîne Şenyeşar ku li ber Edliyeya Rihayê çalakiya xwe didomîne 700 rojên çalakiyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegot.
‘Gule berdan ser zarokên min’
Dayik Şenyaşarê kuştina hevjînê xwe û 2 zarokên xwe bibîr xist û wiha got: “Di hundirê dikanê û nexweşxaneyê de gule berdan ser zarokên min. Gava bi bazdan diçûm dikanê jineke li wir got, ‘neçe wê te jî bikujin.’ Ez çûm dikanê, gotin ew birine nexweşxaneyê. Ez û hevjînê xwe em çûn nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê li hevjîne min xistin û zarokên min xistin. Bi zilmeke mezin zarokên min kuştin. Ev dewlet û hikûmet hê jî vê zilmê li me dikin.”
‘Polîs û dadgeran pir zilm li me kirin’
Dayik Şenyaşarê anî ziman ku ji bo edalet pêk bê ji bêgavî li ber Edliyeya Rihayê çalakiya Nobeda Edaletê dane destpêkirin û axaftina xwe wiha domand: “Zarokên min kuştin, malbata min belav kirin. Ji ber vê yekê min jî li ber edliyeyê çalakiya edaletê da destpêkirin. Em neçar bûn, tenê çareya me rûniştina li vir bû. Dema em li vir rûniştin jî polîs û dadgeran pir zilm li me kirin. Carekê polîsekî hewl da ku li min bixe, lê parêzerekî nehişt. Li lawikê min xistin, ew jî ji mirinê xilas bû. Hê jî zilmê li me dikin. Erdogan jî alikariya wan dike.”
‘Me ji piştgiriya gel hêz girt’
Di berdewama axaftina xwe de dayik Şenyaşarê destnîşan kir ku di van 700 rojên çalakiya Nobeda Edaletê de wan ji piştgiriya gel hêz girtiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bilî piştgiriya gel tu kesî me tune ye. Her wiha em ji bo piştgiriya parêzeran spasdar in. Li her derê gel piştgirî da me, ji Ewropayê jî milet hat serdana me. Ji bo lawikê min ê di girtîgehê de derkeve em çûn her derê, lê edalet tune ye. Em çûn ku em vala vegeriyan. Zarokê min di girtîgehê, di qawîşa yekkesî de ragirtiye lê yên ku ev zilm kirin jî li derve digerin.”
‘Tiştekî ku em winda bikin tune ye’
Dayik Şenyeşarê diyar kir di pêvajoya çalakiya Nobeda Edaletê de ew gelek caran rastî tundî û zextên polîsan hatine û der barê wan de 30 doz hatine vekirin. Dayik Şenyaşar destnîşan kir ku edî tiştekî ku ew winda bikin nemaye û wiha pê dê çû: “Polîsan pankartên me dirandin, tundî li me kirin, nedihiştin em li vir rûnên. Hundirê edliyeyê ji me re qedexe kirin, dozger û dadgeran derî li me venedikirin. Bi dehan polîsan dora me digirtin û bi me re diketin hundir. Ez û lawikê xwe carekê ketin nezaretxaneyê jî, 30 doz li me vekirin bi van kiryaran xwestin em dev ji çalakiya xwe berdin, lê me berneda. Em sibehê zû li Pirsûsê radibin tên li vir û êvarê vedigerin. Êdî tiştekî ku em winda bikin nemaye, malbata min belav kirin. Me rojiya xwe jî li ber edliyeyê girt, 30 fitarên xwe yên rojiyê li vir vekir. Ev dewlet, dewleta zilmê ye. Êdî bes e bila zarokê min berdin, em jî biçin mala xwe. Yanî heta kengî ev zilma wê berdewam bike. Me ji dadger re got, dîmênên kameraya ewlehiyê derxin bila hemû kes bibînin ku zarokên min çawa hatine kuştin lê dernexistin.”
‘Bila lawikê min bê berdan’
Di dawiya axaftina xwe de dayik Şenyaşarê bi lêv kir ku tenê daxwaza wan berdana lawikê wê ye û axaftina xwe wiha qedand: “Êdî rewşa tenduristiya min jî nebaş e. Ez li nexweşxaneyan geriyam ji bo tenduristiyê. Em jî dixwazin êdî zaroke min bê berdan da ku em jî li mala xwe rûnên. Yanî di hundirê nexweşxaneyan de mirov nayên kuştin, wan di hundirê nexweşxaneyê de hevjînê min û lawikên min kuştin, hikûmet jî dimenan vedişerê. Em bi piştgiriya gel kêfxweş in, hêzê dide me, em jî dibêjin em ne bi tenê ne. Daxwaza me jî berdana lawikê min e. Êdî em nikarin rûnên, bila lawikê min berdin em jî biçin mala xwe. Ez heqê xwe li wan dozger û dadgeran helal nakim.”