PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Malbata Şenyaşar bi CHP’ê re hevdîtin kir

Emîne Şenyaşar a li navçeya Pirsûs a Rihayê di pêvajoya hilbijartina 24’ê hezîrana 2018’an de, hevjîn û 2 kurên wê di êrîşa parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hatin kuştin, bi 2 kurê xwe Ferîd û Mehmet Şenyaşar re bi daxwaza edaletê hatin Enqereyê û hevdîtinên xwe yên bi partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re didomînin.

Malbata Şenyaşar, di vê çarçoveyê de duh bi Serokwekîlê Koma Partiya Gel a Komarê (CHP) Engîn Altay re li meclisê hevdîtin kir. Malbata Şenyaşar piştî hevdîtina duh çû Navenda Giştî ya partiyê û bi Alîkara Serokê Giştî yê CHP’ê Emîne Gulîzar Emecan re hevdîtin kir. Malbatê piştî hevdîtina saet û nîvekê dewam kir, li ber avahiya CHP’ê daxuyanî da çapemeniyê.

Ferît Şenyaşar, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Ev 2 sal in em têkoşîna edaletê didin lê em tu encam bi dest nexist. Ji ber vê em hatin Enqereyê. Me xwest em bên Enqereyê, bi hemû saziyên fermî û rêxistinên civaka sivîl re hevdîtinê bikin. Ji bo ku em komkujiya xizmên parlamenterê AKP’ê li Pirsûsê bi serê me de vebêjin, hatin vê derê. Ev 4 roj in em li vê derê ne. Em hevdîtin bi parlamentere CHP’ê re kir. Ji me re gotin, ew ê divê dozê de heya dawiyê bi me re bin. Têkoşîna me û hevdîtinên me wê dewam bikin.”

‘Divê her kes denge vê dayikê bibihîse’

Parêzer malbata Şenyaşar Bulent Dûran dûre axivî û bal kişand ser rewşa dosyeya dozê. Dûran diyar kir wan jî bi malbatê re cihê xwe di hevdîtinan de girtin û wiha axivî: “Meqamên daraz û lêpirsînê, delîl ji holê rakirin û lêpirsîn ser û bin kirin. Ger ev komkujî bi hemû aliyên xwe ve neyê ronîkirin, li vî welatî dê ne aştiya civakî û ne jî edaletê pêş bikeve. Divê her kes dengê vê dayikê bibihîse. Ji bo vê me hevdîtinên xwe yên bi partî û rêxistinên civaka sivîl re dewam dikin.”

 ‘Êdî denge min bibihîsin’

Dayika Emîne Şenyaşar jî daxwaza edaletê kir û ev tişt anî ziman: “Ez dixwazim kurê min ê girtî bê berdan. 3 ji me kuştin, bila vî kurê min berdin. Divê tişta ku Xalîl Yildiz nekin. Yên sûcdar ne zarokên me ne, xizmên Xalîl în in. Li Pirsûsê ji bo komkujiyan û dizitiyê tu tiştekê din nakin. Em bi malbatî perîşan bûn. Êdî bes e, dengê min bibihîsin. Kurê min bi tena serê xwe di odeyekê dimîne. Zarokên Celal sêwî man. Heya ku kurê min bernedin ez ê ji Enqereyê dernekevim. Kurê min girtin. Lê qet dest nedan zarokên Xelîl. Bi xwîna zarokên min, diwarên nexweşxanê sewax kirin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar