PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Malbata Şenyaşar dê bi daxwaza ‘Edaletê’ fitara xwe veke!

Çalakiya ‘Nobeta Edaletê’ ya Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê ket roja 36’an. Malbata Şenyaşar a bi bîr xist ku kesên di êrîşê de hatine teşhîskirin di saziyên cemaweriyê de dixebitin û wê li pêş edliyeyê fitara xwe veke

Emîne Şenyaşar a di encama êrîşa parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjînê xwe û du kurên xwe winda kir, li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê bi daxwaza ‘Edaletê’ di çalakiya nobetê de ne. Nobeta malbata Şenyaşar di roja 36’emîn de berdewam dike. Di saetên serê sibê de Malbata Şenyaşar hat li pêş edliyeyê û li ber bariyerên li pêş avahiyê dest bi lêgerîna xwe ya edaletê kirin.

Ferît Şenyaşar axivî û bi bîr xist ew bi êrîşan re rûbirû dimînin û wiha got: “Heke darizandineke adil hebûya wê birayê min hatibûya berdan. Cezayekî giran dan birayê min û di odeyeke yekkesî de tê girtin. Em nikarin biçin malê. Em ê di meha Remezanê de li vir bin. Em ê li vir fitara xwe vekin. Em naçin. Heta ku ew 23 kesên dozger qala wan kir neyên girtin em ji vir ranabin.”

Şenyaşar diyar kir ku xizmên Yildiz ê AKP’î ku li nexweşxaneyê êrîşî wan kirin di Şaredariya Pirsûsê û saziyên din ên fermî de dixebitin û wiha axivî: “Kesên ku me teşhîs kirine niha li saziyên cemaweriyê de dixebitin. Birayê min kes nekuşt. Raporên pispor jî vê aşkera dike.”

Şenyaşar carek din banga piştevaniyê kir. RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar