Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Malbata Şenyaşar li benda edaletê ye

Li Pirsûsê, di ser kuştina 3 ferdên malbata Şenyaşar re 15 meh derbas bûn. Heta niha ji malbata Îbrahîm Halîl Yildiz ku ferdên malbata Şenyaşar kuştin tenê kesek hatiye girtin. Ferît Şenyaşar bilêv kir ku ji dîmenên nexweşxaneyê wan sûcdar teşhîs kirine û wiha got: “Bila dewlet peywira xwe pêk bîne.”

Di 24’ê hezîrana 2018’an de li Sûka Bir Milyoncular a Pirsûsa Rihayê, di dema hilbijartina giştî de xizmên Parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz li kargeha mala Şenyaşar û li nexweşxaneyê Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar kuştin. Lêpirsîna ku piştî bûyerê dest pê kir hîn jî veneguheriye dozê. Lê belê piştî 15 mehan kekê Îbrahîm Halîl yildiz Enver Yildiz tevî 50 parêzvanên xwe çû Edliyeya Rihayê xwe teslîm kir û hat girtin. Ev girtin jî piştî Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît şenyaşar li ber edliyeyê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin pêk hat.

Dayik Emîne Şenyaşar, xwest kurê wê yî girtî Fadil Şenyaşar bê berdan û wiha got: “Sal û nîvek e Fadil bêyî bê dadgehkirin girtiye. Ji wan jî hîn nû kesek hat girtin. Ev çi qanûn e? Çima ji wan kesek tê girtin? Bia wayekî hovane malbata min qetil kirin. Çavê Hecî jî derxistibûn. Bi kêrê qirika wî jê kiribûn. 3-4 car in dozger diguherînin. Çima dozgeran diguherînin?”

Ferît Şenyaşar ku di êrîşê de birîndar bûbû, bilêv kir ku komkujî mezin li nexweşxaneyê pêk hatiye û got ku li nexweşxaneyê 200 xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz hebûn û dozgerê wê demê Cuneyt Saniver ji wan re gotiye, “Ji sedî 80’ê yên li nexweşxaneyê, tiliya wan di vê komkujiyê de heye.” Şenyaşar wiha got: “Herî dawî ez û diya xwe çûn ber Edliyeya Rihayê û me çalakiya rûniştinê li dar xist. Piştî vê çalakiyê kesê çek berdaye birayê min hat edliyeyê û etslîm bû. Niha ji wan kesek hatiye girtin. Ev ji bo me ne girîng e. Heta edalet pêk neyê wê têkoşîna me bidome.”

‘Me ew teşxîs kirin’

Şenyaşar anî ziman ku piştî wan dest bi çalakiya rûniştinê kiriye dozger ji wan re gotiye, di nav mehekê de wê dosya bê vekirin û wiha got: “Ger vê soza xwe jî bi cih neynin, vê carê em ê biçin Enqereyê Meclisê û hevdîtinên bi rêxistinên civaka sivîl re çê bikin û vê neheqî û zilmêbînin ziman. Ma ji bo kefikên mêzêna edaletê bibin wekhev divê gere em li ber edliyeyê çalakiya rûniştinê li dar bixin?” Şenyaşar destnîşan kir ku wî dîmenên li nexweşxaneyê temaşe kirine û hemû eksan teşxîs kiriye û wiha got: “Em dixwazin dewlet peywira xw epêk bîne. Birayê min Fadil 15 meh in belaheq girtiye û di hucreyeke yekkesî de ye. Ji bo birayê xwe biparêze wiha kir. Ger edalet hebûna wê birayê min ne girtî bûna.” RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar