Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Malbata Şenyaşar serdana TMMOB’ê kir

Emîne Şenyaşar serdana Navenda Giştî ya TMMOB’ê kir û bal kişand ser têkoşîna xwe û ev pirs kir: “Gelo çima lawê min di hepsê de ye?”

Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar ê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê ji bo edalet pêk were çalakiya Nobeda Edaletê veguhezandin Enqereyê. Nobeda Malbata Şenyaşar di roja 26’emîn de berdewam kir. Ji ber dawiya hefteyê ye û Wezareta Dadê girtî ye, malbat roja şemiyê û yekşemê serdana rêxistinên sivîl dike.

Emîne Şenyaşar ango Emîne û Ferît Şenyaşar serdana Navenda Giştî ya Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) kirin û bi Sekreterê Giştî yê TMMOB’ê Dersim Gul re hevdîtin kirin.

Ferît Şenyaşar di hevdîtinê de behsa têkoşîna edaletê kir û destnîşan kir ku ji bo wan piştevanî tişta herî watedar û pîroz e.

Emîne Şenyaşar jî axivî û wiha got: “Bila qesasên me bên girtin. Çima serbest digerin? Bila lawê min ê girtî berdin. Tu sucekî lawê min nîne. Malbata min qir kirin, bila lawê min berdin. Bila li dîmenên nexweşxaneyê temaşe bikin ku bê çawa lawê min qetil kirin e. Bila kujer bigirin. Lê gelo çima kurê min di hepsê de ye?”

Sekreterê TMMOB’ê Dersim Gul jî destnîşan kir ku ew piştgiriya çalakî û têkoşîna malbatê dikin û dê her tim bi malbatê re bin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar