Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Malbata Şenyaşar: Ya ku li me tê kirin zilm e

Welatiyê bi navê Hacî Esvet Şenyaşar û kurên wî Celal û Adîl Şenyaşar di 24’ê hezîrana sala 2018’an de ji hêla parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin. Tevî ku bi ser vê komkujiyê re 2 sal derbas bûn jî di hêla hiqûqî de tu pêşketin nînin. Fadil Şenyaşar jî di êrîşê de birîndar bû û piştre hate girtin. Şenyaşar ev 2 salin li Girtîgeha Sergirtî ya Xarpetê di hucreya yekkesî de tê girtin. Birayê Yildiz ê AKP’î Enver Yildiz jî di 17’ê îlonê de tevî komeke ji 50 kesan pêk dihat çû Edliyeya Rihayê û teslîm bû. Yildiz piştre hatibû girtin û niha girtî ye.

Dayika Emîne Şenyaşar ku şahidiya qetilkirina hevjîn û 2 kurên xwe kir ji MA’yê re axivî û wiha got: “Hevjîn û 2 kurên min di êrîşê de hatin qetilkirin. Di êrîşê de xwestin malbata me qir bikin. 3 canên me qetil kirin. Yên mayî jî birîndar bûn. Kurê min Fadil ev 2 sal in di hucreyeke yekkesî de girtî ye. Dixwazin wî jî di wir de birizînin. Ez dixwazim kurê min bê berdan. Ji vê zilmê re êdî bese. Êdî taqeta me nemaye. Zilmê li malbata me dikin. Bav û birayên kurê min kuştin û niha di girtîgehê de dihêlin. Yên ku em qetilkirin niha jî li ber dikana me digerin. Çavên min ji girî kor bûn. Em diçin gel dozger lê bera me didin. Edalet tuneye. Ka edalet?”

‘Kujer pir rehet digerin û dijîn’

Ferît Şenyaşar jî da zanîn ku ev 2 sal in di dozê de tu pêşketin nînin û wiha pê de çû: “Ji malbata me 3 kes kuştin û hemû sûc avêtin ser malbata me. Li derve pir rehet digerin û dijîn. Birayê min jî di hucreya yekkesî de ye. Êdî em nikarin vê zilmê rakin. Em dixwazin dozger û dadgerên bêalî dîmenên kamerayên nexweşxane û kargeha me vekolin û bi adilane darizînin.”

Têkoşîna me ya edaletê dê bidome’

Şenyaşar diyar kir ku birayê wî ev 2 sal in bêguneh di girtîgehê de tê girtin û wiha got: “Me 8 caran daxwaznameyên gilîkirinê ji Navenda Ragihandina Serokkomariyê (CÎMER) re şand. CÎMER me sewqî wezareta tenduristiyê, wezareta tenduristiyê dewrî wezareta dadê û ya dadê sewqî wezareta karên hundir û ew jî arastayî walîtiyê dike. Herî dawî ji me re gotin ku lêpirsîn didome. Ma ev lêpirsîneke çawa ye. Em vê qebûl nakin. Mehek piştre danişîn heye. Ger dadgeh biryareke adilane nede em ê têkoşîna xwe bibin Enqereyê. Têkoşîna me ya edaletê dê heta dawiyê bidome. Wê demê yan bila me jî bigirin, an jî bikujin. Ji bilî vê tu çareyeke din nîne.”

Danişîn dê di 5’ê tîrmehê de bê dîtin

Piştî qebûlkirina îdianameyê biryar hate dayîn ku danişîna yekemîn a dozê di 24’ê adara 2020’an bê dîtin. Lê ligel vê jî dosya veguhestin Meletiyê. Lê ji ber şewba koronayê danişîn çênebû. Danişîna ku diviyabû di 15’ê nîsanê de li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê pêk bihata, li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Nobedar de hate dîtin. Şandeya Dadgehê li ser dosyayê lêkolin kir û biryar da ku girtina Fadil Şenyaşar û Enver Yildiz bidome. Dadgehê piştre jî danişîn taloqî 5’ê tîrmeha 2020’an kir. RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar