Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Malbata sîxur a Barzanî li Kurdistanê cerdevantiya dewleta tirk dike

Rojnameger Memed Drewş diyar kir ku Tirkiye êdî nikare bi serê xweli hemberî gerîla şer bike û wiha axivî: “Hevdîtinên dîplomatîk ên vê dawiyê girêdayî Mizgîniya Newrozê ne. Tirkiye xwe spart SÎHA'yan û qebedayîtî li dewletên cîhanê kir. Di vê qonaxê de Tirkiye xitimiye. PDK, li başûrê Kurdistanê cerdevaniyê dike.”

Dewleta tirk a dagirker ku li hemberî berxwedana bêhempa ya Rêber Apo û gerîlayên YJA Star û HPG’ê têk çûye, hewl dide bi malbata sîxur a Barzanî û çeteyên xwe temenê xwe dirêj bike. Çeteyên malbata sîxur a Barzanî ku rêveberiya rêveberiya Herêma Kurdistana Federe bi zextan di dest wê de ye, di salên dawî de bi hêzên dagirker re tevdigere û hebûna herêmê kiriye cihê nîqaşê. Piştî biryara referandûma 25’ê Îlona 2017’an radestkirina axa Kurdistanê ji serweriya Iraqê re û bi hikûmeta navendî re peymanên ji bo Kerkûk û Şengalê, di nava civakê de bû cihê bêaramiyê. Çeteyên ku di 17’ê nîsana 2022’yan de beşdarî êrîşên dewleta tirk a dagirker bûn li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê bû, hemû destkeftiyên gelê kurd dixe xetereyê. PDK ya ku li herêmê rê li ber avakirina baregehên Tirkiyeyê û sewqiyata leşkerî vekir, di nava çûnhatina dîplomaisiyê ya ji bo şerekî nû de jî cih digire.

Rojnameger Mehmed Drewş li ser xayîntî û xwefiroşiya malbata sîxur û çeteyên axivî. Drewş da xuyakirin ku PDK’ê wesfa xwe ya wekî partiyeke Kurdistanî winda kiriye û wekî partiyeke tirk tevdigere û got ku PDK ji bo berjewendiyên Tirkiyeyê dixebite. Drewş diyar kir ku PDK axa Başûrê Kurdistanê ji Tirkiyeyê re vekiriye û got: “Tu eleqeya Başîkayê bi PKK’ê re nîn e. Lê bi salan e li wir in û derneketine. Gotina ku Tirkiye ji ber PKK li başûrê Kurdistanê ye, dereweke mezin e. Sedema hebûna wê dijminatiya li kurdan e. Her tim hincetek dîtine. Dema ku li Helebçeyê komkujî pêk hat, YNK wekî sedem hat nîşandan. Sedema komkujiya Enfalê PDK bû. Dema komkujî li Qamişlo pêk hat maça Deyrazorê wekî hincet hat nîşandan. Her tim hincet hene. Tirkiye êdî nikare bi serê xwe şer bimeşîne. Hevdîtinên dîplomatîk ên vê dawiyê girêdayî Mizgîniya Newrozê ne. Tirkiye xwe spart SÎHA’yan û qebedayîtî li dewletên cîhanê kir. Di vê qonaxê de Tirkiye xitimiye. Ji desthilatdaran û PDK’ê alîkarî xwest. Divê hevdîtinên hatin kirin di vê çarçoveyê de bên nîqaşkirin. Tirkiye jî mîna li Sûriyeyê hewl dide ji xwe re hêzeke bejayî ava bike. Li Başûrê bi PDK’ê re vê yekê dike.”

Drewş anî ziman ku çeteyên xwefiroş siyaseta “Çi dibe bila bibe lê bila zirar negihê şîrketa min” dimeşîne û wiha berdewam kir: “PDK Silêmaniyê wekî xaka Kurdistanê nabîne. Helebçe û Kerkûk ji bo wê ne Kurdistan in. Tirkiye li wir sivîlan dike hedef. Ew mirina sivîlan wekî jiyana karmendekî şîrketê dibîne. Heger hişmendiya wê ya neteweyî hebûya vê yekê nedikir. Ya ku herî zêde bi me dide windakirin ev e. Em dibînin ku KNK, li cihên ku heta niha nikaribû deng wergirra, deng digire. Li Kerkûkê bû partiya yekemîn. Vê rewşê PDK xist nava tirsê. Û wan dest bi lêgerîna formuleke nû kir ji bo hilbijartinên pêşerojê. Cilên leşkerên iraqî li xwe dikin û bi alayên Iraqê tevdigerin. Di wêneyê ku generalê tirk wekî hevdîtina bi Iraqê re parve kir, Ereb û Şiîyek jî tune ye. Biraziyê Mesûd Barzanî Behzat Şex Mele Mistefa hebû.”

Drewş destnîşan kir ku divê bi dijminên kurdan re hevkarî neyê kirin û got: “Belê, têkiliyên cîrantiyê hene. Kes nabêje bi welatên cîran re têkiliyan deynin. Lê dema ku têkiliyan deynî, divê tu li ser tunekirina tevgereke kurdan daneynî. Di meha Îlonê de hêzên Rojhilatê bêçek kirin. Ev ji bo berjewendiya Îranê ye. Ji bo Tirkiyeyê hat kirin. Niha jî piştgiriyê didin Tirkiyeyê. Ya ku PDK dike cerdevanî ye. PDK’ê dagirkeriya Rojavayê jî rewa kir. Gotin ‘Pirsgirêka Tirkiyeyê bi kurdan re nîn e, bi PKK’ê re ye.’ Ma li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê PKK heye? Dema ev herêm li hemû kurdan qedexe bû, Weqfa Barzanî çû vê herêmê ku sûcên li dijî mirovahiyê pêk tê, çû ew der rewa kir. PDK hemû rêyên baregehên Tirkiyeyê yên li başûrê Kurdistanê çêdike. PDK, li Başûrê Kurdistanê cerdevaniyê dike.”

Drewş destnîşan kir ku li hemberî van hemû polîtîkayan bertekeke cidî ya raya giştî heye û diyar kir ku tevî PDK’ê dixwaze gel bi girtîgehan û zextên cuda bitirsîne jî bertek zêde bûne. Drewş anî ziman ku PDK li Hewlêrê jî îzole bûye û wiha got: “Dema PDK li hember bertekên xwe fêm kir ku dê di hilbijartinan de têk biçe, ragihand ku dê hilbijartinê boykot bike. Berê, beriya hilbijartinan 11 parlementer werdigirtin. Lê ev qanûn hat guherandin. Her kesî fêm kir ku PDK piyonê Tirkiyeyê ye. Rojnameger Suleyman Ahmed, zêdetirî 150 roj winda ye. Mafê bingehîn ê hevdîtina parêzer û malbatê tê astengkirin. Wekî Tirkiye polîtîkayên tecrîdê dimeşîne. Dixwaze dengên li dijî wê zêde dibin bitepisîne. Ethem Barzanî ji wê malbatê ye. Ji ber ku li ber van kirinan rabû, niha nahêlin bê Hewlêrê. Ethem Barzanî li welatê xwe bûye penaber.”

Drewş anî ziman ku pêwîstiya kurdan bi yekitiyeke neteweyî heye û bi bîr xist ku bêyî PDK’ê jî yekîtiya neteweyî pêkan e. Drewş got: “Êdî eleqeya PDK’ê bi kurdayetiyê re nemaye. Orhan Mîroglû, Mehmet Metîner û Savci Sayan çiqas kurd bin, PDK jî ew qasî kurd e. Ji ber vê yekê ne hewce ye ku li benda PDK’ê bê sekinandin. Yekitiya neteweyî bi hêzên heyî pêkan e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar